HRK’ê ragihand ku di çalakiyê de 18 leşkerên Îranê hatin kuştin û 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HRK’ê ragihand ku hêzên rejîma Îranê dixwestin di 24’ê Tîrmehê de li devera Dola Eyşê ya li ser sînor bikevin Başûrê Kurdistanê, lê li rastî berxwedana gerîlayan hat. Di encamê de 18 leşker hatin kuştin û gelek cebilxaneyên Îranê jî hatin rûxandin. HRK’ê ragihand ku di encama vî şerê dijwar de 3 gerîlayên HRK’ê jî jiyana xwe ji dest dane.


Nasnameyên gerîlayan:
1 – Nav û Paşnav: Eyhan Şahîn (Agît) 
2 – Nav û Paşnav: Cemşîd Hemdî (Serxwebûn Salmas)
3 –Nav û Paşnav: Wahab Îbrahîm (Karwan Partîzan)

QENDÎL