Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Asûriyan (Naturo) Robêrt Îşo got, “Em ê li gel Hêzên QSD‘ê li ber xwe bidin û gelê xwe ji qirkirinê biparêzin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi dijwarî êrişî herêmên me dikin. Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Naturo jî li gelek gundên navçeya Til Temir bicih dibin û piştgiriyê didin Hêzên QSD’ê. Parastina vê axê erka me ye jî.”
Robêrt armanca êrîşên dewleta Tirk bi bîr xist û weha got: “Erdogan ne ji îro ve ji mêj ve heya vê rojê êrişî gelê Asûr, Ermen û Kurd dike, armanca wî jî dagirkirin û parçekirina xaka Sûriyê ye. Dixwaze herêmên di bin dagirkeriya xwe de hîn bêtir berfireh bike. Êrişa dewleta Tirk jiyana bi hezaran gelê Asûrî û Suryanî dixe xeteriyê. Me hîna komkujiyên Sêfo û Sîmêl ji bîr nekiriye. Êriş tê wateya dubarekirina qirkirina Ermen û Asûriyan.”
‘Tenê bila firîna balafiran qedexe bikin’
Robêrt diyar kir ku ew li vir in û ew ê gundên Xabûr û tevahî herêmê ji tevahî rengên êrîşan biparêzin û weha dewam kir: “Em ê li hember hemû rengên êrîşan bibin xelek û rê nedin wan ku derbasî xaka me bibin. Em ê li hember hêza bi hezaran Asûrî û Ermenî qetil kirin, li ber xwe bidin.”
Îşo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila qada hewayî li balafiran bê girtin wê demê em ê baş nas bikin ku kî berxe û kî beran e, wê demê em ê nîşanî wan bidin ku wê ew çiqasî li ber hêza me, li ber xwe bidin.”
ANHA/TIL TEMIR