
Rêziknameya nû
Di nîqaşan de weke nêrîna hevpar hat destnîşankirin ku sîstema berê êdî bikêrhatî nîne û pêşniyar hat kirin ku saziyên cidî û hemdem bên avakirin. Di encamê de bi dengê piraniya delegeyan navê YEK-KOM'ê weke Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) hat guhertin. Ji bo NAV-DEM'ê rêziknameyeke nû hat avakirin û hin rêzebiryar hatin dayîn. Di rêziknameya nû de NAV-DEM weke saziyeke ku di xizmeta Kurdan, koçberan û xelkê Elman de ye: ´NAV DEM Rêxistineke girseyî ya aştiyane, demokratîk, azadî û wekhevîparêz e. Di xebatên xwe de cudahiyê naxe navbera zayend, dîn, bawerî yan jî qewm. Hemû pîvanên gerdûnî yên di danezanên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji bo maf û azadiya mirovan, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî, Peymana Rakirina Cihêkariya li hemberî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (CEDAW) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di her şert û mercî de esas digire."
Mafên Kurdan li Elmanyayê divê werin qebûlkirin
Di rêziknameyê de, parastina ziman, çand, nasname û mafên civakî, siyasî, aborî û çandî yên civaka Kurd a li Elmanyayê li pêş tê girtin û doza qebûlkirina van mafan weke yek ji dozên sereke tê dîtin.
Di kongreyê de hin rêze biryar jî hatin stendin. Ji bo kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' biryar hat dayîn ku beşdariyeke aktîf lê bê kirin, ji bo kampanyayê xebatên lobî bên meşandin, li her qada jiyanê weke rojeva bingehîn bê nirxandin.´
DORTMUND