Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) kongreya xwe ya asayî ya çarem bi şîara 'Bi Rihe Berxwedana Mehmet Tunç û Asya Yuksel Em ê Civaka Azad Ava bikin' hat lidarxistin. 500 delege û mêvan beşdarî kongreyê bûn.

Beriya kongreyê bi tevlîbûna gelek yekîtî û rêxistinên KUrd ên li Elmanyay û Ewrûpayê bi tevlîbûna hevserokên berê yên NAV-DEM´ê civînek hat lidarxistin. 

Divê meclîs çalak bibin

Di civînê de pirsgirêkên Kurdên Koçber hatin nirxandin û hat gotin, xelkê Kurd li Elmanyayê bi erka xwe ya têkiliyên dîplomatîk serketî ranebûye.Di civînê de hat xwestin ku Meclîsên Navendên Civaka Demokratîk bên çalakkirin û ew bi erka xwe rabin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan-Ewrûpa (KCDK-E) Yuksel Koç got, ew xwedî girseyeke mezin in, lê belê di warê birêxistinbûyînê de ew serketî nînin. Koç wiha peyivî: „Meclîsên me yên heyî di warê xwe bipêşxistinê de hewl nadin. Divê em xwe li ser esasê perspektîfa rastiya gelê li ber xwe dide, li her warî xwe bi rêxistin bikin."

Piştî civînê li Enkheim Saalbauyê kongreya NAV-DEM´ê bi rê ve çû.

Çekan nedin dewleta Tirkl

Hevserokên NAV-DEM´ê delege û mêvan silav kirin û ji wan, Fatoş Goksungur got, ew û xelkê Kurd her roj li dijî zilma dewleta Tirk li kolan û meydanan in û ev ji bo wan cihê şanaziyê ye. Goksungur êşaret bi rewşa Ocalan kir û got, ew ê jiyaneke bi rêbertî qebûl nekin û bang li delweta Elman jî kir da ku sîlehan nede dewleta Tirk.

Dostên Elman: Em destekê didn têkoşîna we

Piştî hilbijartina dîwana kongreyê li ser navê partiyên siyasî yê Elman û rêxistinên civaka sivîl kesên peyivîn desteka xwe ya ji bo gelê Kurd û NAV-DEM´ê eşkere kir. Wekî din li ser navê ICOR a ku li Kobanê projeya nexweşxaneyeke nû birêve dibe Horst Dotten, xwest qedexeya PKK´ê li Elmanyayê were rakirin.

'Dîrok li Kobanê tê nivîsîn'

Parlemanterê HDP´ê yê Şirnexê Faysal Sarıyıldız jî îşaret bi berdêlên gelê Kurd dide kir û got, "Dijmin di serdema xwe ya herî qirêj de ye. Em jî dixwazin rûmeta xwe biparêzin. Dîrok di demên wisa de tê nivîsîn.

Dîrok ne li Ewrûpa li Kobanê tê nivîsîn. Weke gel em rûmeta xwe diparêzin, û em baweriya xwe bi hêza xwe tînin."

Di encama hilbijartinê de delegeyan rêveberiyeke ji 53 kesan bijart û Tahir Koçer û Ayten Kaplan jî bûn hevserokên nû yên NAV-DEM´ê.


AGİT BAÐRIYANIK / M.ZAHİT EKİNCİ  / FRANKFURT