Li Çewligê, jin nanê tenûrê difiroşin. Nanên ku li tenûrên jê re kûzik tên gotin û ji dema ermenan maye tên xistin yek ji nanê herî xweş ê Çewligê ye.

Li van tendûren nanê birûn, şilikî û loş tê çêkirin. Ev nan tenê ne bala şêniyên Çewligê, bala turîstên tên bajêr jî dikişîne. Her wiha ev nanên li vira tên çêkirin heta Ewropayê jî tên şandin.

Rojê 400 nan

Lutfiye Badûr, par tenûr çêkiriye û niha nan lê dixe. Li Çewligê 7 tenûrên bi vî rengî hene û yek jê jî li Taxa Yeniyê ye û ya Badûrê ye. Badûr, rojê 400 nanî li tenûrê dixe.

MA/ÇEWLIG