NAV-YEK’ê destnîşan kir ku di nav hemû civak û netewa de rojên taybet hene. Ji bo civaka Êzdiya jî cejna Laliş wetayeke wê taybet heye. Cejna Laliş li ser bingeha yekîtî û biratiya gelan bi sedên salane ji aliyê Kurdên Êzîdî ve, her sal ji 6 ê cotmehê heta 13 ê cotmehê, heft rojan bi kêf û şahî tê pîrozkirin.

NAV-YEK’ê diyar kir ku her ҫiqas girîngî û wateya Lalişa Nûranî bê zanîn ji, lê mixabin ji ber ku li Kurdistanê aramî tuneye, civaka Êzdiya jî nikare bi rengekî azad cejnên xwe pîroz bike.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiya (NAV-YEK) herî dawî bang li civaka Êzdiya dikin, ji bo ku bibin bersiva van rojên pîroz, li kû derê dibe bila bibe girîng e, nirxên xweyên olî û netewî bi parêzin, li dora saziyê xwe kom bibin û li dijî hemû êrişê hovaneyê dewleta Tirk û hevalbendê wê derkevin. Em hêvîdarin cejna Laliş ji bo gelê Kurdistanê û civaka kurdên Êzdi bibe wesîleya aşitî û azadiyê. Em cardin cejna Laliş li hemû gelê Kurdistanê û tevahîya mirovahiyê pîroz dikin. 


FRANKFURT