Rojname vê nûçeya xwe dispêre dîplomateke rojavayî ku li Enqereyê peywirdar e û rojnameyê nivîsand ku çekên bi rêya keştiyan tên Tirkiyeyê, ji wir jî bi rêya kamyonan dibin ser sînorê Sûriyeyê. Dîplomat ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku haya Tirkiyeyê ji vê veguhestina çekan heye û anî ziman ku Enqereyê daxuyaniyek fermî ku vê yekê piştrast bike nedaye.
Dîplomat destnîşan kir ku guman heye ev çek biçin destê rêxistinên Îslamî yên radîkal jî û angaşt ku ev çek piranî diçin destê rêxistinên muxalîfan ên ku têkiliya wan bi Birayên Misilman re hene. Beriya niha jî hin rayedarên Artêşa Azad a Sûriyeyê der barê veguhestina çekan de ji çapemeniya rojava re axivî bûn û daxuyanî dabûn.
Herî dawî, fermandarek ku nexwest navê wî aşkere bibe, li bajarê Bab Al Hawa axivî û diyar kir ku bi rêya Tirkiyeyê çek û amûrên ragihandinê ji wan re tên û ev yek berdewam dike.
Erebîstana Siûdî di civîna Komkara Ereban a di meha nîsanê de pêk hatibû de bi aşkereyî gotibû ku divê muxalîfên Sûriyeyê bêne çekdarkirin. Qetar û Siûdî piştgirî dabûn vê pêşniyarê.
Lê heta niha Tirkiyeyê der barê çek dayîna muxalîfên Sûriyeyê de tu daxuyaniyek fermî nedaye. Lê Enqere bi aşkereyî piştgiriyeke siyasî dide muxalîfên Sûriyeyê yên çekdar.
Ev îdîaya ku dibêje Tirkiye çekdan dide muxalîfên Sûriyeyê ji sîxûrê malnişî Robert Baer ê ku bi salan di CIA’yê de xebitî hatibû. Baer di meha tebaxê de gotibû; "Ne tenê ji Iraqê çek ji komên muxalîf ên li Sûriyeyê re diçin, ji Tirkiyeyê jî tên şandin."
Niha jî biryargeha Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ku li hemberî rejîma Esad serhildaneke çekdarî daye destpêkirin, li Tirkiyeyê ye û gelek caran li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê pevçûnên çekdarî di navbera muxalîf û artêşa Sûriyeyê de diqewimin.
Herî dawî, Richard Beeston û Charles Bremner van îdîayan di rojnameya Times de nivîsandibûn. Di nûçeyê de tê gotin ku Tirkiye çavê xwe li derbasbûna çekan digire, lê ev îdîa ji aliyê Wezareta Derve ya Tirk ve hatibû derewandin.

Helwesta Inglîsîtanê 

Wezîrê Derve yê Îngilîstanê William Hague ragihand ku welatê wî ne li pey destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ye. Wezîrê Derve yê Îngilîz Hague ku ji bo serdanekê li Pakîstanê ye got; “Em ne pey plana destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Bi ya me, divê em li Sûriyeyê jî nekevin rewşek wek ya li Lîbyayê.”
Hague destnîşan kir ku dê destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê tundiyê zêdetir bike û got; “Armanca me hemû ew e ku em li Sûriyeyê em bi çareseriyeke aşitiyane aramiyê li Sûriyeyê pêk bînin.”
Rûsya û Çîn ji destpêkê ve li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Beriya Îngilîstanê Almanyayê jî ragihandibû ku ew ne alîgirê destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Wezîrê Derve yê Almanya Guido Westerwelle ragihand ku welatê wan dixwaze pirsgirêka Sûriyeyê bi rêyên aşitiyane çareser bibe. 

LONDON




Xeta sor a Tirkiyeyê Clînton aşkera kir!


Xetar sor a Tirkiyeyê ya li hemberî Suriyeyê ji aliyê Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Hîllary Clînton ve hat aşkerakirin. Clînton diyar kir ku artêşa Suriyeyê li dora Helebê binecih dibe û got; "Ev rewş ji aliyê berjewendî û stratejiya netewî ve dikare bibe xetên sor a Tirkiyeyê. Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Hîllary Clînton bi Serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peress re wekî axaftvan tevlî civîna saziya fikir a li Amerîkayê enstitûya Brookîngsê bû. Clînton diyar kir ku wan agahî girtine ku artêşa Suriyeyê di nava du rojên dawiyê de li dora Helebê binecih dibe û got; "Ev yek ji aliyê berjewendiyên netewî û stratejiyê ve dikare bibe xetên sor ên Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên ku me girtine artêşa Suriyeyê di nava 24-48'an de li dora Helebê binecih bûye. Lewma em rewşê bi baldarî dişopînin.  Clînton polîtîkayên Rusyayê yên ji bo Suriyeyê rexne kir û îdîa kir ku Rusyayê ji bo Esad helîkopterên şer rêkiriye wiha axivî: "Ji Suriyeyê re firotina helîkopterên şer dibe ku bibe sedema endamên dramatîk."  

WASHÎNGTON