Rêveberê berê yê giştî yê karûbarê Êzîdiyan li wezareta Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yek ji kesayetiyên diyar ê Êzîdiyan Xeyrî Şengalî ji RojNewsê re axivî. Li ser pirsa ‘Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş kirin, sedem çibû Şengal di wê astê de nekarî xwe biparêze?’ Xeyrî Şengalî got: “Di dîrokê de li beramberî 72 fermanan pişt û hewara Êzîdiyan Çiyayê Şengalê bû. Lê mixabin vê carê pişt û hewara me 12 hezar pêşmerge û hêzên zêrevaniyê yên PDK’ê bûn. Ji me re gotin, xema we nebe û em li pişta we ne. Lê piştî reveke nebirêkûpêk, Êzîdî ketin ber pêla bi xwîn a çeteyên DAIŞ’ê. Nêzî 14 hezar şehîd û dîlên me hene.”

 

Hikûmeta Herêmê bi erka xwe ranebû

Derbarê bandora êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Êzîdiyan jî Şengalî wiha peyivî: “Êzîdî di warê manewî de hilweşiyane, şeref û namûsa wan ketiye bin piyê DAIŞ’ê. Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştên pêwîst ti tiştek ji bo Êzdiyan nekiriye. Tişta hatî kirin ji aliyê rêxistinên xêrxwaz û aliyên din ve hatin kirin.”

Xeyrî Şengalî destnîşan kir ku bi hezaran pirsgirêkên Êzîdiyan hene û wiha pê de çû: “Bi hezaran pirsgirêkên Êzîdiyan hene. Welatiyên Kurdistanê rexneyên tund li wan digirin ka çima we xwe neparastiye yan jî pirsyarên ne di cih de dibêjin. Dibêjin, çima hûn nabin Misilman? Heta niha destûrê nadin ku karkerên Êzdî li Dihok û Zaxo di restorant, firin û qesabxaneyan de kar bikin. Heta niha jî di warê maddî de ti tişta mirov behsa wê bike ji bo wan nehatiye kirin.”

Rêveberê berê yê giştî yê karûbarê Êzdiyan li wezareta ewqaf wiha peyivî: “Zehmet e ku hikûmeta Iraqê li ser nasandina jenosîda Êzîdiyan karên ciddî bike. Ji ber ku hikûmeteke mezhebî ye. Pirsgirêka serekî ew e ku em Êzîdî ne. Lewra Kurd, Tirkmen û Ereb dijberiya me dikin. Kesên ku li ser nasandina qirkirina Êzdiyan kar dikin, ne wekî pêwîst dilsoz û pispor in. Daxwaza me ew e ku ev kar ji aliyê çend rêxistinên navneteweyî ve bê kirin.”


 Naxwazin hêzeke taybet a Êzdiyan hebe

 Xeyrî Şengalî der barê hêzeke taybet a ji bo Êzîdiyan jî wiha axivî: “Bi ti awayî destûrê nadin ku hêzeke taybet a Êzdiyan hebe. Belkî dijberiya wê jî dikin. Va ye 3 hezar Êzîdî li Şengalê ne û piştî reva pêşmergeyan, gotin em ê wekî pêwîst xwe biparêzin. Li dijî derketin û neçar hiştin ku heta bibêjin, em pêşmergeyên PDK û Barzanî ne.”

Rêveberê berê yê giştî yê karûbarê Êzîdiyan li wezareta Ewqafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Şengalî der barê ragihandina Meclisa Avaker a Êzdiyan a li Şengalê de jî wiha got: “Dema Meclisa Êzîdiyan li Şengalê hat ragihandin, gotin; Êzdî naxwazin Kurdistanê parçe bikin, pêwîst e hemû alî hev bigirin û dûrî berjewendiyên teng ên hizbî navçeyên Êzdiyan rizgar bikin.” 


KAWA HÛSÊN/ROJNEWS/SILÊMANÎ