GUL GUZEL/STUTTGART


Leyla Îmret weke hevşaredar vegeriya bajarê bavê lê hatî qetilkirin, li wir jî zilma dewleta Tirk dev jê berneda. Filma "Dil Leyla" jî behsa vê serpêhatiya wê dike û turneya filmê ya li Ewrûpa jî dewam dike. Derhênera filmê Asli Ozarslan ji bo nîşandana filma xwe li bajarê Elmanyayê Stuttgartê bû û em jî bi vê minasebetê li ser filma wê pê re peyivîn.

Ozarslan xwendekara Akademiya Filman a Ludwigsburgê ye û çêkerê filma wê jî Îgor Dovgal e. Film 71 deqîqeyan dewam dike û bi dîmenên coşa pîrozbahiyên Newroza 2015´an û pîrozbahiyên piştî hilbijartinên Hezîrana heman salê dest pê dike. Paşê dîmenên 1993´yan dema ku tankên li nava bajêr bi ser mirovan de tên ajotin, tên ser perdeyê.

Dema ku bavê Leylayê, Zana tê qetilkirin li ser perdeya sînemê teqîna sîlehan deng vedide. Dayika Leyla, wê dişîne cem metika wê ya li bajarê Elmanyayê Bremenê. Leyla 21 salan nikare vegere welatê lê ji dayik bûyî, belê 26 saliya xwe vedigere Cizîrê û dibe namzeta şaredariya Cizîrê û bi % 83´yê dengan bû hevşaredara navçeyê. Lê êrişkariya dewletê berê xwe dide wê jî: ji wezîfeyê tê dûrxistin, tê binçavkirin û bêyî ku zêde gotinan bike film xwe digihîne dil û mêjiyê temaşevanan.


Nûçeyek xwend, filmek çêkir

Derhêner Asli Ozarslan dibêje, "Li ser Leylayê min nûçeya rojnameyê xwend, wê gelekî bala min kişand. Jineke ciwan a di temenê min de û li Elmanyayê mezin bûyî, çawa dibe ku biçe Cizîrê, min ev ji xwe pirsî. Li wir 15 hezar daran dide çandin, ji bo zarokan parkên lîstikê dide çêkirin. Min meraq kir ji bo çi vê dike. Hîsa bi min re peyde bû ev e: Leyla ya ku li Cizîrê nekarîbû bibe zarok, dixwest bi zarokatiya xwe bijî. 20 salan nekarî biçe wan deveran. Vê rewşê gelek tesîr li min kir. Gelo Leyla wê karibe li wir bêt, karibe karên dixwaze bike, bi ser bixe, mirovên li wir wê çawa dibînin, pirsên bi vî rengî di serê min de peyde bûn û her çû zêde bûn; hingê jî min biryar da ku ez filma li ser Leylayê çêkim."


Di qedexeyê de li wir bû

Derhêner Ozarslan sala 2015´an ji bo filmê çêke 3 caran diçe Cizîrê û dibêje: „Ber bi dawiya sala 2015´an ve ji ber qedexeya delwetê ferzkirî ya derketina kolanan û piştî pêvajoya wehşeta li jêrzemînan, min hew karî biçim Cizîrê û ji bo ku filmê bi dawî bikim diviyabû sûdê ji çavkaniyên din wergirim. Ji ber wê yekê berê filmê û naveroka wê guherî". 

Dîmenên sala 1993´yan ên ku ji arşîvên televizyonên Kurd ên li Belçîkayê wergirtî û dîmenên elaqedarî kuşûtina bavê Leylayê jî ji metika wê ya li Bremenê hatine peyda kirin, û bi rengekî ji rengan ev bûne mijara sereke ya filmê. Çawa ku Ozarslan dibêje, filma ku diviyabû i ser Leyayê be veguherî dîroka Cizîrê tevî zilma dewleta Tirk.


Ez fêrî gelek tiştan bûm

Çêkirina filmê jiyana derhênerê jî guheriye: „Gelek tiştên min bi wan nedizanî, dema ku min film çêkir, ez fêrî wan bûm. Min dixwest bi temamî filmeke yek karakterê çêkim, lê naverok guherî. Tevî her tiştî, tevahiya rastiya xembar, naverok ne bi temamî reşbîn e, hêviyê bi mirovan re çêdike. Bi Leylayê re jî ev hêvî hîna heye. Rohniya stêrkeke ber bi ezman ve hildikişe, di dawiya filmê de ji bo vê dibe nîşanek.


Şaredar vexwendî ne

Çêkerê filmê Igor Dovgal jî dibêje, "li her bajarê ku filmê lê bê nîşandan, em ê şaredarê wî bajarî vexwînin, çawa ku li vir me yê Stuttgartê vexwend. Lewma fikra sereke ya filmê şaredar Leyla Îmret e. Em dixwazin ew bibînin ka Leylayê çawa û di bin kîjan şert û mercan de şaredarî kiriye û empatiyê pê re bikin.


Derhênera ciwan Aslı Ozarslan

Asli Ozarslan sala 1986´an li Berlînê ji dayik bûye. Keça malbateke koka wê ji Enqere û Dêrsimê ye. Karê dîplomaya xwe ya xwendina xwe ya li Akademiya Filman a Ludwigsburgê bi filma xwe ya belgeyî "Dil Leyla" di navbera salên 2015-17´an de çêkir.