
Tekoşînek destanî ye
Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:”Tevgera azadiya jinê ya Kurd, xeteke bilindbûna azadiyê, ku her roj li herêmê û cîhanê bandora xwe dide hîskirin, dişopîne. Li gel ewçend êşên şexsî yan jî kolektîf, berxwedana lehengî ya hat nîşandan, her yek ji wan dikare bibe mijara destanan, romanan. Divê were ragihandin û were zanîn ku serpêhatiyên tevgera azadiyê û tiştên afirandiye, hînê baş nehatiye vegotin, nehatiye fêmkirin. Rewşa heyî bi tenê dîtina rastiyê ji derve ye. Hêza wê ya azadiyê ya esasî, di ruhê wê de xwedî wesfa jiyanê ye.”
Komkujiya li dijî jina azad
Di daxuyaniya girtiyan de tê destnîşankirin ku di 9’ê Çileya 2013’an de komkujiya li dijî sê jinên Kurd hat kirin hem ji aliyê pêvajoyê ve hem jî ji aliyê wesf û karekterê ve, nîşaneya berçav a vê yekê ye. Daxuyanî wiha dewam dike: “Rastiya ku di serî de rêheval Sakîne Cansiz her sê hevalên me temsîl dike, ast û îspata vînbûyîna afrandina jina azad e. Komkujî bi xwe jî li hemberî azadiya jinê ya ku ruhê rastî û cewherî yê tevgera azadiya jinê îfade dike, hatiye kirin. Ev komkujî di kesayetiya Pêvajoya Çareseriya Demokratîk a Rêberê me de, li dijî vîn û îdîaya jinên Kurd a ji bo jiyana azad, komployeke bi serdestên mêr û dûvekên emperyalîzmê ye.”
9´ê Çile roja çalakiyan e
Girtiyan bibîrxistin ku di çarçoveya vê rastiyê de tevgera azadiyê ya jinê 9’ê Çileyê roja qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez weke “Roja Berxwedan û Israra Jinên Kurd di Jiyana Azad de” bi nav kiriye. Girtiyên PAJK’î gotin, em vê binavkirinê rûmetdar û di cih de dibînin û silav dikin. Di serî de jinên Kurd pêwîste hemû jinên Tirkiyeyî û jinên azadiyê li gorî vê vîna azadiyê û xwedîderketinê, helwestek rêxistinbûyî û çalakiyan nîşan bidin. Beriya her tiştî divê were zanîn ku aşkerakirina berpirsyarên vê komkujiyê, yekser pêwendiya xwe bi pêşîgirtina li êrîşên serdestiya mêr an jî cesaretdayînê ve girêdayî ye. Pêwîste jin hesap ji komplokeran bipirsin ku careke din nekevin nava komployên bi vî rengî û destûra nixumandina komployê nedin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kampanya “bi berxwedan û bi pêşengiya jinê wê neteweya demokratîk ava bibe” ya YJA´yê da destpêkirin, xebatek li gorî wateya 9’ê Çileyê û xurtkirina pêvajoya çareseriyê ye.
DÎHA/STENBOL
Ji bo sê jinên Kurd meşiyan
Aktîvîstên DOKH’ê li Êlihê qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên ku di 9’ê çilêya 2013’an de li Parisê hatibûn qetilkirin bi meşa meşaleyî ya girseyî şermezar kirin. Di çalekiyê de Parlementer Ayla Akat Ata, diyar kir ku têkiliya dewleta parelel di nav qetliyamê de heye û dê ew hesabê vê qetliyamê bipirsin.
Meş ji aliyê DOKH´ê ve li kolana Cizîrê ya taxa Petrolê pêk hat. Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endamê Meclisa BDP’ê Nezir Gurcan, Serokê rêxistina BDP’a Êlihê Serdar Atalay, endamên DOKH’ê, endamên BUO-DER’ê, endamên Meclîsa Ciwanên BDP’a Êlihê û bi sedan kes amade bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hildan. Girsê bi qêrîna sloganan meşiya. Meş di nav taxê de dewam kir û dîsa zivirîn ser kolana Cizîrê û li vir meş bi dawî bû. Pişt re agir hate pêxistin û bi sirûda “Çerxa şoreşê” daxuyaniya çapemeniyê destpêkir.
Li vir Parlementer Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku ew dê hesabê sê jinên hatin qetilkirin bipirsin. Ata, da zanîn ku qetliyama li ser her sê jinên azad pêk hatiye li ser tevahiya gelê kurd û jinên gelê kurd pêk hatiye û got, ewê bi çalekiyên xwe vê qetliyamê vala derbixin. Ata, anî ziman ku tiliya dewleta paralel di nav de heye û xwest demek beriya demekê kujer û berpiryarên qetliyamê derbixin holê.
DIHA/ÊLIH
Ji bo sê jinan konferans
Bi boneya bidawî bûna yekemîn sala komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetil kirin li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê konferansek tê lidarxistin. Konferans bi dirûşmeya “Sakîne, Fîdan û Leyla rûmeta têkoşîna aştî û azadiyê ne, teror û dagirker nikarin şoreşa aştî û azadîxwaziya jinan asteng bike” ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê RJAK´ê ve tê lidarxistin. Di konferansê de Hevseroka Partiya Çareseriya Kurdistanê PÇDK Necîbe Omer û mamostayê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamîran Berwarî jî tê de amade bin. Gelek mijarên siyasî û pêşkêşkirina kurte fîlmek li ser jiyan hersê jinên şoreşgerên kurd, wê bên pêşkêşkirin. Konfarans li salona Hotêl Silêmanî li pêşberî Baxçê Giştî îro ´Şemiyê´ saet di 13:00’an de wê destpê bike û heya saet 17:00’an dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN