Çanda xwarinê diparêzin
Melike Coşkun, destnîşan kir ku wê bi gelek armancî ev loqante vekir û wiha got: "Min dema ev loqante vekir min xwest ez hem hêz û vîna jinê ya di nava debar û îstîhdamê de bidim nîşandan. Min xwest bê zanîn ku jin jî dakarin di nava civakê de wekî her kesî dikarin bi serê xwe li ser piyan bisekinin û têkoşîna jiyanêbidin. Her wiha min xwest ez eriyê debarê jî jinên din re vekim. Dîsa li aliyê din em li vir xwarina herêmî çêdikin û me xwest bi vê yekê çanda xwarina Amedê biparêzin. Di nava civakê de herî zêde jin kedê didin. Lê mixabin keda jine di nava civakê de zêde nayê dîtin. Min xwest ku em keda jinê ya ku nayê dîtin bidin xuyakirin." Coşkun, da zanîn ku ew difikire ku di pêşerojê de cihê kar bêtir mezin bike û bêtir jinan di loqantayê de bide xebitandin.
‘Jinên koçber tên çewsandin'
Coşkun, bilêv kir ku di cîhanê de mafê hemû jinan tê binpêkirin, lê dema ku Kurd be û koçber be, mafê wê qat bi qat zêdetir tê binpêkirin. Coşkun, bilêv kir ku jinên herêmê yên bûne mexdûrê koçberî, şer û pevçûnê ji bo karibin xwe li hemberî vê çewsandina kedê biparêzin û têkoşînê bidin divê karibin ji aliyê civakî û aborî jî xwe bi hêz bikin û karibin di nava civakê de li ser piyê xwe rawestin.
ŞÎLAN OZHAN - DÎHA/AMED