Şaredariya Qelqeliyê, navê zanistê Kurd Musa Anter, Serokê HEP’ê Amedê Vedat Aydin, helbestvanê navdar Ahmet Arîf, nivîskar Mehmet Uzun, zarokên Kurdan yên hatin qetilkirin Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Aydin Erdem da kolanan. Di nav lîsetêya Meclîsa Şaredariyê ya biryarê ya meha adarê sala 2010’an de navê “33 gulê” ji aliyê Qeymeqam ve bi hinceta “Tahrîk dike” hatibû ret kirin. Li ser vê Meclîsa Şaredariyê navê “33 gulê” bir Dadgeha Îdarî û navên din di civîna xwe ya îlonê de bi biryara Qeymeqama wergerand nirxand û ji xeynî navê “33 gulê” lîsteya xwe dîsa ji Qeymeqam re şand. Pişt re Meclîsa Şaredariyê bi yek dengî bi riya biryara hatî girtin, kolan hatin nûkirin û bi Qanuna Şaredariyê ya 5393 û xala 81’an biryar hate qebûlkirin. Piştî biryar hate qebûlkirin, bi merasîmekê tabelayên di nav de navê in zanistê Kurd Musa Anter, Serokê HEP’ê Amedê Vedat Aydin, helbestvanê navdar Ahmet Arîf, nivîskar Mehmet Uzun, zarokên Kurdan yên hatin qetilkirin Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Aydin Erdem jî heyî bi kolanan hate daliqinadin.
Şaredar Murat Durmaz, Serokê Rêxistina BDP’ê ya navçeyê Yakup Almaç, endamên meclîsa şaredariyê û endamên meclîsa bajer ya giştî û gelek welatî tevli merasîmê bûn. Şaredar Murat Durmaz di merasîmê de axaftinek kir û diyar kir ku biryara ret kirina navê 33 gulê nirxande û wiha axivî: “Navê Musa Anter, Vedat Aydin, Ahmet Arîf û navên din bûne aydê gelê Kurd. Mijara me retkirina navê 33 guleyê ye. Kesên ku ji bo navê Qişleya Muglaliyê îtîraz nakin destura navê kolana 33 guleyê nadin û wek sedema tahrîkê didin nîşandan. Halbûkî, navê Muglaliyê sedemê tahrîkeyê. Armanca dalqiandina van navan eve ku ev nav ji bo me nîrxin û em van navan bidin jiyandin. Emê wek şaredariyê xebatên xwe bi vî alî de bimeşînin.”
Durmaz, zanistê Kurd Musa Anter bibîranî û wiha pêde çû: “Xebatên me yên ji bo gel dê bidome. Em gel esas digirin. Ji ber ku gel ev navan dixwest me ev nav li kolanan kirin. Em bi boneya salvegera qetilkirina Musa Anter wî bi rêzgirtinê bibîrtînîn.” Piştî axaftinê tabelayên nû li kolanan hatin daliqandin.
WAN