
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan li Bazîd, Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan 3’ê Cotmehê êvarê li dijî eskerên artêşa Tirk a dagirker li Girê Koordîneyê yê herêma Barzan bi çalakiya sûîkastê 3 esker kuştin û yek jî birîndar kirin.
HPG´ê got, gerîlayan 30’ê Îlonê jî derb li yekîneya dijmin a ku obus û hawan diavêt qada Şehîd Navdar a li Bazîdê ya ser bi Agiriyê xist û herî kêm 4 esker kuştin, 3´yên din jî birîndar kirin.
HPG´ê da zanîn ku gerîlayan di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de 28’ê Îlonê êvarê li qada Deriyê Zerbil ê Kato Jîrka ya Elkê li yekîneyeke artêşa Tirk xistiye û herî kêm 4 esker kuştine.
Di şerê piştî çalakiyê de eskerekî din tê kuştin û du gerîla jî şehîd bûne. HPG´ê wekî din nasnameya 3 gerîlayên 29 û 30’ê Îlonê li devera Kanî Botkê ya Botanê di şer û bombekirinê de şehîd bûyî wiha eşkere kir: Arjîn Garzan (Nergîz Akşîn) a li Amedê ji dayikbûyî li Şirnexê 30’ê Îlona 2017´an jiyana xwe ji dest da; Kûrtay Serhat (Yûnûs Dîler) ê li Wanê ji dayikbûyî li Şirnexê 29’ê Îlona 2017´an jiyana xwe ji dest da; Şahan Ronî (Bawer Irmak) ê li Rihayê ji dayikbûyî li Şirnexê 29’ê Îlona 2017´an jiyana xwe ji dest da.
ANF / BEHDÎNAN