
Ji Kongra Gel heta bi KNK´ê ji Rojava heta bi KCK´ê sazî û rêxistinên Kurd ji ber wefata Mam Celal daxuyaniyên sersaxiyê ji gelê Kurd re weşandin. Têkoşîna Mam Celal ji bo azadiya Kurdistanê di van daxuyaniyan de derket pêş û li Rojavayê Kurdistanê jî bi heman minasebetê şîn hat ragihandin.
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL, ji ber wefata damezrînerê YNK’ê Celal Talabanî peyameke sersaxiyê weşand. KONGRA-GEL got, “Gelê me, ji ber wefata Mam Celal, damezrînerê YNK’ê û sekreterê wê yê giştî, Serokkomarê 6. ê Iraqê Birêz Celal Talabanî, gelekî xemgîn û bi êş e. Bila serê malbata Talabanî, civata YNK’ê, gelê me, dostan û hemû hezkiriyên wî sax be. Rehma Xwedê li Mam Celal be.” KONGRA GEL elaqeya Mam Cella ji bo beşên din ên Kurdistanî jî bi bîr xist û wiha dewam kir: “Bi taybetî, têkiliya wî ya bi Rêber Apo re û hewldanên wî yên ji bo afirandina çareseriyeke aştiyane li Bakurê Kurdistanê, daxwaza ji bo destpêkirina kampanya ji bo azadiya Rêber Apo ya beriya xerabûna tenduristiya wî, wê ti carî ji aliyê PKK û gelê me ve neyê jibîrkirin.”
KONGRA GEL daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Mam Celal wê bi jiyan û têkoşîna xwe, di dîroka gelê Kurdistanê cihê ku heq dike, bigire. Em soz didin wî ku em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ji bo tevahiya Kurdistanê bi ser bixînin ku ev yek xeyala wî bû.
Êşa Hêro Xan, kurên wî Pawel û Qûbat Talabanî yên hêja ji dil parve dikin, sersaxiyê ji malbatê û civata YNK’ê re dixwazin. Mam Celal wê di dilê gelê Kurdistanê û dostan de her tim bijî.”
AKEE jî sersaxî xwest
Li ser navê Yekitiya Kardarên Kurd li Ewrûpayê (AKEE) jî daxuiyaniyek hat dayîn û hat gotin, “wefata serokê YNK´ê û Serokkomarê 6’an ê Iraqê Celal Talebanî, bi xemgînî pêşwazî dikin. Em sersaxiyê di serî de ji malbata wî, dostên wî, YNK’ê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”
AKEE´yê îşaret bi cihê Celal Talabanî di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de kir û got, “Ji bo bi destxistina azadiya Başûrê Kurdistanê û destketiyên mezin, roleke wî ya mezin heye. Wiha jî ji bo jiyaneke azad û demokratîk a her çar parçeyên Kurdistanê. Em ê têkoşîna Mam Celal ji bîr nekin û heta hetayê weke qehremanekê bi bîr bînin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdstanê (KNK) wefata Mam Celal di rewşa heyî de weke xisareke mezin bi nav kir. KNK´ê got, Mam Celal weke pêşmerge, siyasetvan û dîplomatkarek Kurd, bêhtir ji 60 salên jiyana xwe da xizmeta doza Kurdistanê û azadiya gelê Kurd û wiha dewam kir: “Di encama wê têkoşînê de, Ew bû yek ji sitûnên bingehînê şoreşa Başûrê Kurdistanê û xemxwurê pirsa Kurd li hemû parçeyên Kuridstanê. Em xatircem in ku ciyê Mam Celal di nava rûpelên geş ên dîroka gelê me de wê her tim zindî bimîne.”
KCK wê hesreta Mam Celal a Yekîtiyê pêk bîne
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser wefata siyasetvanê Kurd, Celal Talabanî daxuyaniyek weşand û got, “Tevgera me ya azadiyê wê dostaniya Mam Celal a bi Rêber Apo re û Tevgera me re ji bîr neke, wê hesreta wî ya yekîtiya neteweyî, azadiya neteweyî, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk teqez pêk bîne.”
KCK´ê got, karên Mam Celal ên ji bo yekîtiya neteweyî wê ti carî neyên jibîrkirin û wiha dewam kir: “Talabanî ne tenê bi Başûrê Kurdistanê re, her wiha bi têkoşîna azadiyê ya hemû parçeyên Kurdistanê re elaqedar bûye. Girêdana bi hev ve ya jiyana demokratîk û azad a her çar parçeyan timî aniye ziman. Bi gotina ‘Bakurê Kurdistanê, Misra Kurdan e’ girîngiya têkoşîna azadiyê li çar parçeyan diyar kiriye û tevgera me ya azadiyê hem ji nêz ve şopandiye, hem jî gelekî bi serketina wê şa bûye.”
YPG wê li mîrasa Mam Celal xwedî derkeve
Fermandarê Giştî yê YPG`ê Sîpan Hemo ji ber wefata Mam Celal sersaxî ji tevahî gelê Kurd re xwest û got, “Wekî şervanên azadiyê li Rojavayê Kurdistanê em ê xwedî li mîrasa Mam Celal derkevin. Ji bo Mam Celal nemir be û li xeta wî xwedî derkevin, em ê hem li Rojavayê Kurdistanê hem jî li tevahiya Kurdistanê, li têkoşîna gelê Kurd xwedî derkevin.” Sipan Hemo di dawiyê de sersaxî ji malbata Mam Celal, YPG, gelê Kurd û hemû gelê Kurdistanê re xwest.
Li Rojava şîn e
Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, ji bo wefata Mam Celal li Rojavayê Kurdistanê 3 roj şîn ragihand. Kordînsayonê ji hevjîna Talabanî, Hêroxan, kurên wî, tevahî malbata Talabanî û dostên wî yên YNK‘ê û tevahî gelê Kurdistan û Îraqê, her wiha ji xwe û gelên Rojava re sersaxiyê xwest û got, “Mam Celal rêveber bû, di kesayeta wî de hemû taybetmendiyên rêvebertiya partiyê û gel hebû. Gelên herêmê bi wefata kurê mezin yê Silêmanî re kesayeteke dîrokî, siyasî, doplomatîk ku di rehma çiyayê wê yê bilind de çêbû û bi têkoşîna wî mezin bû, xemgîn in. Dîsa em ji malbata Mam Celal û tevahî gelê Kurdistanê re sebirê û sersaxiyê dixwazin. Em bi vê boneyê li Rojava 3 rojan şîn radighînin.”
Ji ber wefata Talabanî li Herêma Kurdistanê jî 7 rojan şîn hat ragihandin. Li Iraqê jî 3 rojan şîn hat ragihandin.
Talebanî înê li Debaşan tê definkirin
Pismamê Mam Celal Talabanî, Şêx Selah Talabanî doh diyar kir ku wê cenazeyê Talebanî li Debaşan were definkirin.
Şêx Selah Talebanî bi daxuyaniyeke taybet eşkere kir ku wê cenazeyê Talebanî li Debaşan ku malbata Talabani lê ye, bête definkirin û niha amadekariyên definkirinê tên kirin.
Şêx Selah Talabanî der barê dem û cihê merasîma definkirina Talebanî de jî got, “Li Debaşan li cihê ku mala wî lê ye, cîhek jê re hatiye veqetandin û wê li wir were definkirin. Cenazeyê Talabanî destpêke wê bînin Bexdayê û li wir wê merasîmek bê lidarxistin. Paşê wê cenazeyê bînin Silêmaniyê û defin bikin. Em niha amadekariyên merasîme dikin.” Çav li rê ye cenazeyê Mam Celal roja înê (sibe) bê definkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN