
“Sîbera Deng” a ku ji aliyê komek sînemagerên Kurd ve ji bo ku muzîkjenên Kurd xebatên xwe bi qeyd û dîmenên bi kalîte arşîv bikin hate damezirandin, wê li Kurdistanê gund bi gund bigere û muzîka Kurdî bi belge û arşîvan qeyd bike.
Ji salên 2000’î ve bi pêşketina teknolojiyê re xebatên belge û arşivên Kurdî bi pêş ketibin jî hin pirsgirêkên tomarkirin û berhevkirinê didomin. Ji lewre jî komek sînemagerên Kurd ji bo ku xebatên xwe bi qeyd û dîmenên bi kalîte arşîv bikin, hatin cem hev û “Sîbera Deng” ava kirin. Kom, xebatên çanda Kurdî wekî belge û arşîv digire bin qeydê. Ji damezirenerên “Sîbera Deng” derhênêr Mustafa Koksalan behsa xebatên “Sîbera Deng” kirin.
Armanca avakirina “Sîbera Deng”
Koksalan tekîldarî xebatên xwe diyar kir ku wan li ser muzîka Kurdî 2 salan xebat meşandine û ji ber ku encameke baş derneketiye holê, “Sîbera Deng” ava kirine. Koksalan destnîşan kir ku li ser tiştên ku dikarin ji bo muzîka Kurdî bikin, nîqaş kirine û wiha dewam kir: “Gelek muzîkjenên baş hene û muzîka baş dikin. Lê carna derfetên wan ji bo qeydkirina deng û dîmen têrê nake. Me jî got, tiştekî ji bo temaşekirine bila hebe. Ango em sînematografiyê, mîmariyê, ronahiya xwezayî, tavê bi kar bînin, li kolanê li derve atmosfereke cuda bi kar bînin. Çiyayek, riyek, avahiyeke hatiye xirakirin, cihên bi vî rengî bi muzîka Kurdî re bikin yek, hem ji bo muzîkjen bila tiştek derkeve holê, hem jî em jî tiştekî baş derxînin holê. Me bi vî rengî da rê.”
Çima “Sîbera Deng” ?
Koksalan da zanîn ku xebatên xwe li ser înternetê pêk tînin û di 2013’an de bi 4 kesan ve wan kom ava kiriye û wiha pêde çû: “Em fikirîn ku em dikarin dîmenan di bin siya darekê de bigirin bi vî rengî ‘Sîbera Deng’ hate hişê me. Ango di bin siya dengî de. Em jî dikarin di bin siya dengî de rûnên û dîmenan bigirin.”
Pêwîstiya bi belge-arşîvê heye
Koksalan da zanîn ku di heman demê de çîrokên kurt ên muzîkjenan jî digirin dest û wiha dewam kir: “Ji ber ku gelek mirovên em xwe bigihînin wan hene, em derketin rê û fikra me jî guherî. Me xwest em xwe bigihînin muzîkjenên ku derfetên wan hene yan jî tunene, yên ku derfetên wan ên qeydkirin û deng tunene, yên li aliyekî mane, kesên ku hêj dengê wan nehatiye bihîstin. Em ji bo wan jî van derfetan biafirînin. Ji bo muzîka Kurdî platformeke baş, arşîvek bê çêkirin.”
Ji 15 koman 70 berhem hatin qeydkirin
Koksalan di berdewamê de ev agahî dan: “Me xebatên nêzî 15 komên muzîkê qeyd kirin. Di her komê de nêzî 5 berhem me qeyd kir û bi vê re jî yek bi yek xebatên wan ên solo em qeyd dikin. Mînak em ji muzîkjen re dibêjin ku xwe ne bi axaftinê bi muzîk û amûrê xwe ve bibêje. Ev jî arşîveke cidî derdixe holê. Niha nêzî 70 berhem di destên me de hene.”
Koksalan derbirî ku ew ji muzîka Kurdî sûdê werdigirin, gelek hunermendên bi qîmet hene, kesên ku muzîka Kurdî îcra dikin zêde nayên naskirin, nayên dîtin, di qadê de valatiyek hîs kirine.
‘Armanc gund bi gund gerandina Kurdistanê ye’
Koksalan mînaka Radyoya Erîvanê ku ji dengbêjan digirt, bi bîr xist û got, ew ê gund bi gund bigerin û muzîka Kurdî bigirin bin qeydê. Koksalan ê ku nirxandina “Heke qeydên Radyoya Erîvanê yên ji dengbêjan girtî nebûna, dibe ku ew çand tunebûya” kir wiha axivî: “Em jî dixwazin gund bi gund bigerin û kom bi kom muzîkjen bi muzîkjen qeyd bikin. Dema ku em gund bi gund bigerin dibe ku em muzîkjenên ku hêj dengên wan nehatine qeydkirin, bibînin. Bi rastî jî Kurdistan wekî bihuştê ye. dema ku deriyek vedibe em dikarin gelek muzîkjenên ku kesek hêj pê nizane bibînin.”
Divê arşîvekî cidî ya muzîka Kurdî hebe
Koksalan têkîldarî projeyên xwe jî agahî da û diyar kir ku derbarê Kobanê de xebatên wan ê belgefîlmê hene û hêj dewam dike. Koksalan anî ziman ku di muzîka Kurdî de di warê belge û arşîvê de valatî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di wêjeya Kurdî de hê jî gelek nivîskarên ku nayên zanîn hene. Derbarê wêjeya Kurdî de projeya me ya dîmen û deng heye. Niha em vê projeyê çêdikin. Mezinkirina projeyê, em li kesên din, ciwanan digerin dixwazin teknîkê hîn bibin. Êdî piştî demekê em ji wan re bihêlin, ew jî ji bo kesên li pey xwe bihêlin. Bila arşîveke cidî ya muzîka Kurdî hebe."
STENBOL