MIZGÎN ELÎ / ANHA/KOBANÊ


Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya li bajarê Kobanê, niha di dewreyekê de 70 zarokan li ser mûzîk û strangotinê perwerde dike. Navenda ku beriya zêdeyî 2 salan di berxwedana Kobanê de zerar lê bûbû, niha meqseda zarok û ciwanên bajêr e.

Piştî Rêveberiya Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê ji nû ve deriyê navenda kevin vekir, navend bû meqseda ciwan û zarokên Kantona Kobanê ku dixwazin fêrî mûzîkê û lêxistina amûrên mûzîkê bibin. Nevend di dema berxwedana Kobanê de beriya bi 2 sal û nîvan, ji ber şer zerar û ziyan lê bûbû.

Navenda Baqî Xido ya kantona Kobanê ya Herêma Firatê, bi awayekî rêxistinkirî her demekê dewreyên hînkirin, mûzîk û stranê vedike. Herî dawî dewreya di navîna meha Tebaxa derbasbûyî de vekir.


Ji strangotinê heta bi lêxistina tembûr û piyanoyê

Di vê dewreyê de, 70 zarokên bajarê Kobanê yên temenê wan di navbera 13-16 salî de dabeşî 3 beşan bûne. Beşek li ser stranê (Solfîc) tê perwerdekirin, beşek li ser lêdana gîtarê û beşa din jî li ser lêdana tembûrê perwerde dibe.

3 mamoste zarokan perwerde dikin. Yek ji mamosteyan hunermend û mûzîkvanê mezin Reşîd Sûfî ye, her wiha du mamosteyên din yek ji wan Ereb ê bajarê Minbicê ye, dersên hînkirina strangotinê û lêxistina piyanoyê didin zarokan.


Ne kurs in lê Dibistana Muzîkê ye

Navenda Baqî Xido beşa dewereyên perwerdê ya li navendê, wek Dibistana Muzîkê bi nav kiriye. Di vê dibistanê de, hefteyê 3 rojan ders tên dayîn ji bo perwerdekirinê. Ev dewre ji 15 rojan ve hatiye vekirin û tê payîn heta nîvê vê mehê (Îlonê) dewam bike, berî ku deriyên dibistanan vebin, wê bi dawî bibe.

Reşîd Sûfî ku wek çavdêrê giştî yê dewreyên muzîkê ye, got, ew piştî dewreya perwerdê bi dawî bikin, ji beşdarên dewreyê re ezmûnan wê bikin û kesên serketî hilbijêrin da komên stran û muzîkê ava bikin.


Pêşî dewreyên destpêkê piştre komên muzîkê

Sûfî diyar kir ku kesên di ezmûnan de serketîn e, wê beşdarî dewreyên din bibin û dema hobiyên wan xurt bibin, ew ê komên din ên strangotinê ava bikin.

Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê, ji bilî dewreyên perweda li ser amûrên gîtar û tembûrê, bi awayekî dewrî dewreyên perwerda amûrên wek ûdê, kemançe, piyano û hin amûrên din ên mûzîkê, vedike. Bi vê yekê navend bûye dibistana mûzîkê û meqseda zarokên kantona Kobanê.