Li hemberî hemû planan serhildan
Endama Yekîtiya Star Rûken Ehmed got: “Ji ber wê dive hemû gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind a Kurd destek bike” û destnîşan kir ku gelê Kurd berxwedana mezin di 2012 nîşan da, lê ji ber ku berxwedana gelê Kurd berxwedaneke dîrokiye gelê Kurd gelek tiştên giring qezenc kir.
Ehmed bal kişand ser şoreşa ku herêma Rojhilatanavîn heye û bi bîr xist ku hêzên navnetewî navê Bihara Ereban binav kirine û got: “Em ji wan re dibêjin ku bihara neha tê heye, navê wê ya rast Bihara Gelane û navenda wê jî Kurdistan e.”
Ehmed da zanîn ku hêzên sermayedar dixwazin siyaseta Rojhilatanavîn bi xwe ve girêbidin, ji ber wê li dijî sîstema Xweseriya Demokratîk disekinin. Ehmed bal kişand ku gelê Kurd wê li hember hemû planan serî rake û dê bi israr sîstema Xweseriya Demokratîk ku dest bi avakirina wê kiriye dewam bike û tu hêz nikare israra gelê Kurd tune bike.
ANF/EFRÎN