Li Şirnexê, li Kampa Bişeng welatiyên Êzîdî yên ji Şengalê dimînin; ev welatî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûbûn. LI vê wargeha penaberan di bin banê Navenda Çandê ya Cudiyê ya Şaredariya Şirnexê de, Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê hate avakirin.
Polîtîkayên Asîmîlasyonê hatin pûçkirin
Birêveberên HDP û DBP’ê, Meclîsa Jinan, Dayikên Aştiyê, ÎHD alîkarên hevşaredaran jî di nav de gelek kes beşdarî marasîma vekirinê bûn. Beriya merasîmê Hevserokê Navçeya Navendî ya HDP’ê Agît Yîgît axivî got, heta îro desthilatdaran hewl daye gel û ciwanên kurdan asîmîle bikin û wiha peyivî: “Wekî tevger me tu caran destûr neda vê yekê. Bi saziyên me yên vî rengî re polîtîkayên asîmîlasyonê hatin pûçkirin.” Yîgît got, ji bo welatiyên Êzîdî karibin li Şirnexê bi çanda xwe bijîn, ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin wan. Piştre ji Navenda Çandê ya Cudiyê Demhat Botan axivî û got, saziyên çand û hunerê bi tenê cihên şahiyan nînin, qadên ku exlaqê çandî li wan zindî tê hiştin.
Baranê govend asteng nekir
Piştî axaftinan navenda çandê hate vekirin. Di dema merasîmê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî çanda azad” hatin gotin. Li konê ku weke navenda çandê hate avakirin jî posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, hunermendên Kurd Ayşe Şan, Delîla û Ozan Serhat hatin daliqandin.
Ji ber baranê konsera hatibû plankirin hate betalkirin, lê belê baranê nekarî govenda koma Viyan Soran asteng bike. Welatiyên Êzîdî jî bi govendên xwe yên herêmî dîmenên rengîn derxistin holê. Li navenda çandê kursên erbane, tembûr, bilûr û gîtarê dê bên dayîn. Ji bilî van jî dersên şano, wêje û zimanê Kurdî jî di bernameya Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê de hene.
DÎHA / ŞIRNEX