EHMED REŞÎD
ANHA / HELEB
Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a Şêxmeqsûdê ji nû ve geş dibe. Ji bo çalakkirina navendê û vejandina çanda Kurdî, navendê gelek beş vekirin û gelek dewreyên perwerdeyê jî vedike. Her wiha ji navendê gelek nifş derçûne.
Navend Îlona 2012'an hate vekirin. Gelek hunermend, helbestvan û endamên komên cuda ji bo vejandina kelepora Kurdî bê navber li navendê xebitîn. Her wiha gelek nifş piştî ku fêrî lêdana amûrên muzîkê, gotina stranan, govend û awayên vegotina helbestan bûn, ji navendê derçûn.
Piştî du salan û di dawiya sala 2013'an de ji ber êrişên komên çekdar li ser taxê, tevî wêrankirin û talankirinê, gelek şêniyên taxê berê xwe da Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê.
Di encamê de xebatên navendê sînordar bûn û Navenda Cemîl Horo veguherî navendeke piçûk ku tenê hin çalakiyên hunerî bi boneyên niştimanî, pêşkêş dike. Hunermendên ku li taxê mane û li hemberî zehmetiyan li ber xwe didin, tevî parastina taxê, çand û kelepora Kurdî jî parastin.
Beşên nû vedibin
Ji bo çalakirina Navenda Cemîl Horo, zanakirina malbat û nexasim zarokan li ser çanda xwe û ji bo bipêşxistina çalakiyên hunerî wekî dîlan, stran û fêrkirina lêdana amûrên muzîkê, navend dixebite.
Navendê bi çavdêriya mamoste û akademîsyenên hunerî, beşên solfêj, lêdana tembûr, viyolîn, gotina stranan, nîgarkêşî, govend û şanoyê vekirin. Lê ji bo dersên muzîkê, destpêkê di pêngava yekem de hefteyê carekê li ser solfêjê ders hene. Piştî demekê, her yek li gorî daxwaza xwe, derbasî fêrkirina lêdana amûrên muzîkê yan beşên din dibin.
Têkildarî xebatên navendê endama rêveber a navendê Rengîn Ebdo, armanca vekirina beşan û çerxa xebatê got, "Em dixwazin bi nifşên nû çand û kelepora civakê bidin nasîn da ku nifşekî biexlaq û demokrat ava bikin."
Rengîn wekî din got, girêdayê derfetan ew ê dersên lêdana amûrên gîtar û klarnetê jî bidin.