Navenda Êzidiyan bi erdê re kirin yek
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, roja Sêşemê navenda Yekîtiya Êzidiyan a li Efrînê teqandin.
Li navenda Êzidiyan a Efrînê gelek pirtûkên li ser Êzîdiyatiyê hebûn. Peykerê Zerdeşt ê li vê navendê, yekane peykerê Zerdeşt ê li Rojhilata Navîn bû.
Her cûre xerabî li cem wan heye
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete bi rêk û pêk sûcên şer dike. Hêzên Tirk 20’ê Çileyê dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kirin. 18’ê Adarê tevî çeteyên xwe ketin navenda bajêr. Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê û vir ve bi sedan sivîl hatin kuştin, bi sedan jî hatin revandin. Malên sivîlan hatin talankirin, bombekirin û desteserkirin. Gelek cih û warên dîrokî ji ber hovîtiya dewleta Tirk hilweşiyan. EFRÎN