
SELAMÎ ASLAN / NAZIM DAŞTAN / MA / ŞENGAL
Piştî fermana li dijê Êzîdiyan ji bo ciwan xwe birêxistin bikin, bi pêşengiya YCÊ Navenda Jinên Ciwan a Şehîd Bêrîvan a Şengalê hat vekirin.
Bi pêşengiya Yekitiya Civanên Êzîdî (YCÊ) ji bo jinên ciwan ên Êzîdî li Şengalê saziyeke girîng hat avakirin. Ciwanên Êzîdî piştî 7’ê Tîrmehê yekemîn konferansa xwe li dar xist û YCÊ ava kir. Bi boneya jinên ciwan ên Êzîdî karibin xwe birêxistin bikin, Navenda Jinên Ciwan a Şehîd Bêrîvan a Şengalê ava kirin. Gelek kes beşdarî merasîma vekirina navendê bûn û Asayîşa Êzîdxanê jî ewlehiya derdorê misoger kir.
Piştî rêzgirtinê, mêvanên beşdarî vekirinê bûn, der barê wate û girîngiya navendê de axivîn. Piştî pêşandana sînevîzyonê, stran hatin gotin û beşdaran govend gerand.
'Em bextrewer û bi hêvî ne'
Berpirsa Giştî ya YCÊ´yê Ezda Viyan, armanca vekirina navendê nirxand û got, piştî fermanê, jinên ciwan ên Êzîdî bûn xwedî hişmendiyeke girîng û bêhtir xwe bi rêxistin kirin. Viyan da zanîn ku YCÊ ji bo ciwanên Êzîdî bûye nasname û wiha peyivî: “Êdî ciwanên Êzîdî dizanin dê biçin ku. Me berê erka xebatên meş, çand, huner û werzîşê da ser milê xwe. Me pêşengiya civakeke bi sihet kir. Ji îro şûn ve, bi avakirina saziyê em ê hin xebatên girîng bidin meşandin. Li hemû meclîsên me komîteyên ciwanan hene. Piştî fermanê, yek ji saziya herî girîng me vekir. Em bextewer in û bi hêvî ne.”