Alîkarê Şaredara Kayapinarê Ihsan Avci, Serokê Komeleya Astengdarên Bedenî yê Amedê Omer Aslan, Meclîsa Astengdar a Rojeva Herêmî, Endamê Meclîsa Astengdar ya KCD’ê Muhsin Baktî, Seroka Komeleya Tekoşîna bi Otîzmê re Mîne Onur, Serokê Kluba Sporê ya Astengdarên Bedenî Nîzametîn Karaçam, malbat û her wiha zarokên astengdar tevlî merasîma vekirinê bûn.

Alîkarê Şaredar Ihsan Avcî di vekirinê de axivî û diyarkir ku, ev di demên dawî de ye ji rêveberên li Tirkiyeyê cûdatir xizmetê pêşkêş dikin û wiha got:  “Me di şaredariyê de dest bi vî karî kir, me got emê bi hemû dînamîkên civakê re ve karî birêve bibin. Dema ku mirov îro lê temaşe dike derdikeve holê ku tevî gel gelek kardikarin werin kirin û îro ev di vê xizmetê de hate dîtin."
40 trîlyon budçe
Avci têkildarî armanca û sedema meşandina vî karî wiha axifî: "Wana weke şaredarî di serî de ji bo beşên civakê yên kêm derfet, astengdar, kal, zarok, yên rastî tundî û ji civakê tên durxistin, ji bo wanan tevlî jiyanê bikin navend vekirin. Weke şaredarî  me malên piştgiriyê yên perwerdeyê, navnedên çand û navendên jinan vekirin, ev xizmetên ku me destpakirin, îro jî bi vekirina Navenda Jiyana Astengdar a Mûsa Anter di vî karî de me gaveke din a girîng avêt. Di demek kin de emê navenda jiyanê ya zarokan, ji bo kalan navenda jiyanê û tesîsên spore bixin xizmetê."
Alîkarê Şaredar Ihsan Avci da zanîn ku wan beşeke mezin yê butçeya şaredariyê ji xizmetên mirovahiyê re veqetandine û diyarkir ku tenê  2012'an  40 trîlyon veqetandine.  Piştî axaftinan Navenda Jiyana Astengdan a Mûsa Anter hate vekirin. Komeleya 21 Astengdar ya Rojeva Heramî jî ji ber ku ji bo astengdaran navend vekirine plaketa spasdariyê dan şaredariyê.

ANF/AMED