Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Beşîr Mela jî di merasîmê de axivî, Mela diyar kir ku kesayetên mîna Kurunfulyan û Aramê Tîgran bûne nimûneya biratî û jiyana hevbeş û ew hêjayî rêzgirtinê ne. Bi navê malbata Kurunfulyan, hevsera Kurnufulyan, Merarîcan Sîmoniyan axivî. Sîmonyan sipasiya xwe ji şêniyên Amûdê re kir û got ku Kurunfulyan alîkariya xizanan dikir û jiber dilnizmî û mirovahiya wî, ew li bajarê Amûdê di nava gel de dihate hez kirin.
Navenda Tenuristiyê ya binavê Hirant Kurunfulyan, ji aliyê malbata Kurunfulyan ve hate vekirin.
AMÛDÊ