Şaredariya Sûrê bi feraseta pir ziman û pir çandî pirtûkên ku ji gelek zimanan pêk tên li vê pirtûkxaneyê kom kirin û xistin xizmeta zarokan. Zarokên taxê û navçeyê ku tên li vir lêkolîn dikin û pirtûkan dixwînin dikarin bi gelek zimanan pirtukan bixwînin. Ev pirtûkxane, her çend navê wê Pirtûkxaneya zarokan, be jî dîsa jî ev pirtûkxane ji xwendekarê dibistana seretayî, lîse û zanîngehê re xizmetê dike. Xebatkarê pirtûkxaneyê Huseyin Baydir, diyar kir ku xwendekarên ku tên li vir pirtûkan dixwînin xwe aram dibînin û demek şûnde baweriya xwendekaran li hemberî wan zêde dibe.


Divê em fêrî zimanê zikmakî bibin

Baydir, anî ziman ku ew çiwas bibin bersîva xwendekaran û karibin pirsgirêkên wan çareser bikin ew qas kêfxweş dibin û wiha got: "Ji ber ku min di zarokatiya xwe de bi zimanê Tirkî nizanîbû min Lêdan xwar. Rojekê ez çûm dibistanê Mamoste ji min re got te çi xwar min jî got 'Çay û mast' Hemû xwendekarê polî bi min keniyan. Pergalê em xistine halê ku êdî ji ber em bi zimanê xwe bervî didin jî em dibin sedema pêkenînê. Ji ber vê yekê zimanê zikmakî pir girîng e. Divê em berê zimanê zikmakî fer bibin. Ji bo ku Şaredariya Sûrê xizmeta pir zimanî, pir çandî û pir baweriyê esas digire karê herî pîroz dike. Lazim e ku her kes bi zimanê xwe, bawerî û dengê xwe bijî. Li pirtûkxaneyê pirtûkên Kurdî, Tirkî, ermenî û zimanê din hene."

AMED