Bajarokê Til Hemîs 35 kîlometroyan li başûr-rojavayê Qamişloyê ye. Bi qasî du salan e, çeteyên DAIŞ’ê xwe di vî bajarokî de bi cih kiribûn û hemû êrîşên xwe li dijî welatiyên herêmê li vir plan dikirin.


Çima Opersyona Til Hemîsê?

Til Hemîs navendeke mezin a çeteyên DAIŞ’ê bû. Perwerdeyên xwe yên leşkerî li Til Hemîs didîtin. Yanî ji bo xwe kiribûn navendeke mezin a statejîk. Her wiha ji Til Hemîsê her dem erebeyên bombe barkirî li nava bajarê Tirbespiyê diteqandin. Dîsa bajarê Qamişlo ji ber Til Hemîs di nava xeterê de bû. Roja 4’ê Kanûna 2013’an şerekî mezin li herêma Til Hemîs û Til Berak rûda. Di encamê de 43’ê şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe li dest da. Bi sedan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Di serê sibata 2015’an de gelê Ereb û Kurdên herêma Til Hemîs û Til Berakê daxwaz ji yekineyên YPG û YPJ’ê kirin ku êdî wan ji bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê xilas bikin. Ji ber ku êdî jiyana gelên herêmê ji ber çeteyên DAIŞ’ê weke zindaneke ser vekirî lê hatibû. Jiyana normal ya gundiyên Til Hemîs êdi her roj êşkence bû. Li ser vê daxwazê yekineyên YPG û YPJ’ê bi hemû eşirên Ereb yên herêmê re rûniştin, hemû eşirên Ereb bi awayekî aktîf cihê xwe di nava operasyona Til Hemîs û Til Berakê de girtin. Her wiha  Erebên eşîra Şemer ên girêdayî Hevserokê Kantona Cizirê Hemedê Deham tevlî rizgarkirina Til Hemîsê bûn. Wekî din gelê Suriyanî û Asûrî jî cihê xwe di nava vê opersyona Til Hemîs de girt. Ji ber ku çiyayê Şengalê jî dikeve Başûrê Til Hemîsê, çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrîş kirin. Ji bo wê, YBŞ (Yekineyên Berxwedana Şengalê) jî tevlî rizgarkirina Til Hemîs bû.

Operasyona rizgarkirina Til Hemîsê yekîtiya biratiya gelên herêmê bi tevlîbûna gelê Kurd, Ereb, Suriyanî, Asûrî, şervanên YPG,YPJ’ê ava kir. Wekî din kesên Emerîkî û Fransî ji welatê xwe hatin tevlî berxwedana Rojava ya şervanên YPG/YPJ’ê bûn. Vî jî destnîşan kir ku careke din gelên cûda, netewe û ziman dikarin bi hevre bê pirsgirêk jiyaneke hevbeş ava bikin.


Operasyona Til Hemîsê li ser daxwaza pêkhateyên herêmê hate li darxistin

Ji bo Kurd,Ereb, Sûriyanî û Asûriyên ku ev du sal in, di bin zordarî û zextên herî dijwar yên çeteyên DAIŞ’ê de ne, operasyona Til Hemîsê serhildanek bû. Ji ber ku êdi gelên herêmê nekarîn tehemulî çeteyan bikin, daxwaz ji YPG’ê kirin dawiyê li zilma DAIŞ’ê bîne. Li ser vê yekê operasyona bi koordîne û hevbeş  21’ê Sibatê hat destpêkirin.

Bi sedan gund, gundik, bajarokên Til Hemîs û Til Berak ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Bi sedan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, gelek cebilxane jî hat desteserkirin.


YPG’ê soza dayin şervanên xwe bi cih anî

Di 4’ê Kanûna 2013’an de di encama şerê giran de li Til Hemîs û Til Berak 43’ê şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser vê yekê Fermandarên YPG/YPJ’ê soz dabûn şehîd û malbatên ku zarokên xwe ji dest dayîn, Til Hemîs û Til Berakê ji çeteyan paqij bikin. Di encamê de YPG û YPJ’ê soza dayî van malbatan bi cih anî. Îro li Til Hemîs û Til Berakê alên YPG û YPJ’ê hatine daliqandin û mirov li herdu bajarokan azad dijîn.


RIZGAR ADANMIŞ/NAVENDA NÛÇEYAN