Di çarçoveya kar û xebatên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê de, desteyê ji bo xizmeta welatiyên gundên rojhilatê herêma Kobanê bike, navendeke xwe li gundê Şêran a rojhilatê Kobanê bi merasîmekê vekir. Di merasîma vekirina navenda tenduristiyê de Serokê Desteyê Welat Umer û gelek endamên Desteyê amade bûn. Umer diyar kir ku ew ê di dema pêş de gelek navendên din li gundên herêmê vekin.
Li gorî rêveberên navenda tenduristiyê ya nû, navenda tenduristiyê ya gundê Şêran dê xizmeta 7 gundên derdora xwe bike û tê de gelek beşên pispor ên wekî nexweşiyên hinavî, zarok, jin, diran hatin vekirin. Her wiha bi hemû alav û amûrên pêwîst û dermanan hatiye amadekirin.
Derbarê mijarê de Serokê Desteya Tenduristiyê Welat Umer diyar kir ku ew ê di vê dema pêş de li gundên Til Xezal, Qeremox, Derbazin û Qenayê jî navendên tenduristiyê vekin û dê hemû pêdiviyên welatiyan ên derbarê tenduristiyê de jî peyda bikin.
ANHA/KOBANÊ