Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî ‘çalakiya fedaî’ ya li dijî qereqola Angolê ya li Licê daxuyaniyek weşand.
HPG’ê têkildarî vê çalakiyê got, di çalakiyê de 12 esker hatin kuştin û 55 esker jî birîndar bûn. HPG’ê da zanîn ku gerîlaya bi navê Têkoşîn Amed (Zelal Kartal) çalakî lio dar kirin.
Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:
“Navenda tîmên taybet a artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku roleke taybet dide Amedê û li ser Kurdistanê planên dagirkeriyeke nû dike, ji aliyê gerîlayeke me ya fedaî hate îmhakirin. Qereqola Angolê ya Licê ya ser bi Amedê di 10’ê Îlonê saet di 05.55’and e ji aliyê rêheval Têkoşîn Amed ve bûye hedef.
5 ton teqemenî
Di vê çalakiyê de 5 ton teqemenî hat bikaranîn û 4 kozik ji binî ve îmha bûn û xisar li avahiya qereqolê jî bû. Piştî çalakiyê hêzên dagirker xetên telefon û înternetê birrîn, avahiya qereqolê û kozik bi brandayan pêçan û rêya li ber qereqolê jî 5 saetan li çûnûhatinê girtin. Di vê çalakiya fedaî de 12 leşkerên dijmin hatin kuştin û 55 leşkerên dijmin jî hatin birîndarkirin. Artêşa Tirk leşkerên kuştî û birîndar bi ambûlans û helîkopteran rakirin Licê, Hênê, Karaz û Amedê. Artêşa Tirk qereqol vala kiriye û ji bo parastina enkazan 15 leşker peywirdar kirine.” HPG’ê got, ew ê bibin şopdarên rêya Têkoşîn Amed a ku çalakî li dar xist.
Artêşa Tirk a tenê bi kêr zilmê tê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên li Colemêrg û Şirnexê daxuyanî da.
HPG´ê da zanîn ku 12’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li Şemzînanê li taxên Şapatan, Êlde, Bêtto û Meydanê qedexeya derketina derve îlan kiriye û li vê herêmê kemîn daniye û wiha dewam kir: "Yekîneyên veşartî yên artêşa Komara Tirkiyeyê dagirker di navbera Gever û Şemzînanê jî ji bo ewlekariya konvoyên eskerî kemîn daniye.
Di 12’ê Îlonê de saet di 20.10’an de yekîneyeke veşartî ya dijmin dema xwe ji Girê Harûnayê berdida ser rê, hêzên me teqemeniya ku berê li vê derê bi cih kiribû, bi wan ve teqandiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin."
HPG´ê wekî din got, 10´î Îlonê gerîlayan li dijî operasyona li qada Deriyê Kera, Otîjî û Derkê Mijînê di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehît Nûdem de çalakiyek li dar xistiye û di navbera gundên Mijîn û Hîlalê de 2 esker birîndar kirin.
Artêşa Tirk paşê ji herêmê eskerên xwe bi wesaîtên sîvîl derxistine û 11´ê Îlonê operasyon bê encam bi dawî kiriye.
ANF/ BEHDÎNAN