Pir tiştên yekem car
Apoyiyan di gulana 1978'an de li Hîlvanê li hemberî eşîra Suleymanan a li navçeyê eşîra herî mezin bû yekemîn car ket pevçûnan û ji pêşengên Apoyiyan Halîl Çavgun jiyana xwe ji dest da. Dayîka Sultan Yavuz a ku şahidîniya wê demê kir diyar kir ku Apoyiyan ji bo êrîşê bê bersiv nehêlin û berxwedanê rêxistin bike kadroyên nû şandin. Yavuz, anî ziman ku di wê demê de piştî têkoşîna li hemberî eşîrê hatin dayîn şaredarê ji Suleymanan îstîfa kir û wiha got: "Di hilbijartina 1979'an de Nadîr Temel serbixwe tevlî bû û bû şaredar, Durre Kaya, Saadet Yavuz û Emîne Haciyusufoglu jî li Tirkiyeyê yekmîn endamên meclîsa şaredariyê yên jinin ku hatin hilbijartin."
Kemal Pîr vegot
Yavuz, da zanîn ku salek piştî qetilkirina ji pêşengên Apoyiyan Hakî Karer di 17'ê gulana 1978'an de li Hîlvanê Halîl Çavgun jî hate qetilkirin û di çalakiya li hemberî vê yekê de kesek hate kuştin û piştî vê yekê ji bûyerê malbata wan berpirsiyar hate dîtin û kirin hedef. Yavuz, bilêv kir ku piştî bûyerê zarok û hevserê wê weke "mehkuman" digeriyan. Yavuz, destnîşan kir ku mala wan a li ser hişyariya cîranan valakirin heya serê sibê hate gulabarankirin û şopa sedan guleyan nîşanî Kemal Pîr ê hat bajar da. Yavuz, bîranînên xwe yên têkildarî Kemal Pîr wiha vegotin: "Min jê re got kurê min ka we re ez mala me ya gulebarankirin nîşanî te bidim. Ji min re keniya û got, 'Tiştek nabe, tiştek nabe em dê tola te hilînin' Kemal Pîr kesekî ewqas bi hêz bû. Pişt re bûyer gelek mezin bûn û ciwan zêde bûn. Di pevçûnan de ciwanên aliyê me jiyana xwe ji dest dan, lê li aliyê din jî bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 12'ê Îlonê de jî beşek ciwan hatin girtin û hinek jî çûn. Piştre me agahiya hinekan a şahadetê girt. Ji wan yek jî Karasungur bû."
Dayika kadroyan
Yavuz, diyar kir ku wê demê Hîlvan dest bi hişyarbûnekê kir û ji gelek pêşengên di dîroka PKK'ê de xwedî ciheke girîng bûn maluvanî kir û wiha got: "Serok, Fuat Kav, Cemîl Bayik, Ramazan Odemîş, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Mehmet Karasungur, Halîl Çavgun, Şukru Man, Cevher Man, Salîh Kandal, Cuma Tak, Alî Çîçek, Mahmut Zengîn, Mehmet Sevgat, Emîn Dal, Emîn Armutlu her tim dihatin û diçûn. Min berê Serok nasnedikir. Piştre kurê min Emîn ji min re tarîf kir hate bîra min. "
Yavuz, anî ziman ku kurê wê Mehmet Emîn Yavuz di encama îşkenceyên li Girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Ewqas tişt çêbûn, pişt re hemû kes çûn. Ketin girtîgehan. Hevserê min û 3 zarokên min ketin girtîgehê. Ez û zarokên xwe yên biçûk man.
RIHA