Aeefar da zanîn mu ew cewherên klaman naguherînin û bi vîrengî distrên. Aeefar destnêşan kir ku wan gelek stran çêkirinê lê heta niha albûm dernexistine, ew jî di nav de hemû endamên komê ji bo ku bikaribin jiyana xwe bidomînin karên cuda dikin.
Aeenfar got ku ew li Îranê beşdarî şahiyên muzîkê mîhrîcanan dibin û bi vî rengî xwe digihînin guhdaran û wiha berdewam kir: "Em li bakurê Kurdistanê ev demeke kin e beşdarî hin organîzasyonan dibin. Ji ber ku baweriya me ew e muzîk dê ji herêman bê parastin em karê xwe didomînin." Aeenfar anî ziman ku li Îranê ji ber pêkutiyên rejîmê ew mecbûr dimînin otosansurê pêk bînin lê ligel hemû pêkutiyan jî muzîka xwe didomînin.
Aeenfar di dawiya axaftina xwa de ji ber betalkirina konsera wan a li Colemêrgê xemginiya xwe ani ziman û wiha got: "Lê di van rojên dawî de li dijî gelê me yê Rojava û başûrê Kurdistanê êrîş hee, armanca êrîşan ew e ku dixwazin me bêçand û bêdîrok bêhêlin. Em êşa xwîşk û birayên xwe yên li Mexmûr û Şengalê di dilê xwe de dijîn."
NÎLGUN YILDIZ / DÎHA/COLEMÊRG