Li bajarê Girê Spî bi sedan nûnerên qebîle, êl û komeleyên Herêma Firatê, li hev kom bûn. Êlan bang li tevahî gelên Sûriyê kir ku bi yekrefî li dijî gefên dewleta Tirk bisekinin û xaka xwe biparêzin.

Rûspî û şêxên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li hev kombûn. Komxebata êlên Firatê li gundê Tenhoze yê rojavayê bajarê Girê Spî hat lidarxistin. Komxebat bi dirûşma ‘Na ji gefên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê ji Sûriyeya ewle re’ pêk hat.

Di komxebatê de nêzî hezar û 500 rûspî û şêxên êlên herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) û partiyên siyasî, amade bûn. Gelek mijar di kongreyê de hatin nîqaşkirin û gefên dewleta Tirk mijara sereke ya Komxebetê bû. Di dawiya komxebatê de, Desteya Rûspiyan a komxebatê bi hevkariya MSD’ê daxuyaniyeke der barê encamên nîqaşên beşdaran de dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Li bajarê Girê Spî bi sedan nûnerên qebîle, êl û komeleyên Herêma Firatê, li hev kom bûn. Beşdaran gefên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeteriyên wan li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi saya 43 hezar Şehîd û birîndar ji tevahî pêkhateyên Sûriyê, nîqaş kirin.

Em li hev kom bûne ku ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin ku gefxwarinên serokkomarê dewleta  Tirk Recep Teyyip Erdogan, li gor berjewendiyên vejandina DAIŞ’ê, rêxistinên çete ne. Bi van gefan dixwezin aştî û aramiya li Sûriyê û herêmê têk bibin.

Bihaneyên wan dûr rastiyê ne

Ev gefxwarin bandoreke neyînî li hundirê Tirkiyê dikin û lawaz dikin. Ev gefxwarin li dijî qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, desthilatiya Sûriyê û peyamanên navdewletî ne û derveyî têkiliyên cîrantî û parastina serweriya dewletan in. Hicetên rejîma dewleta Tirk dûrî rastiyê ne, rejîma Tirk ji hemû destkeftiyên Rêveberiya Xweser aciz e. Her kes baş dizane ku rejîma Erdogan alîgirê DAIŞ’ê ye.

Me guleyek jî neavêtiye Tirkiyê

Dewleta Tirk ji rewşa aram û ewlehiya nerehet e. Ji pêşketina jiyana hevbeş û têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê, êlên Firatê, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bêzar e. Ji têkiliyên xweş ên di navbera gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen û Tirkmen û tevahî pêkhateyên din de nexweş e. Me guleyek jî neavêtiye gelê Tirkiyê û ne jî avêtiye sînorê Tirkiyê. Ji ber ku em alîgirên aştiye nê. Em her tim hewl didin diyalog û çareseriyê ji aloziyê re bibînin. Em vê jî dixwazin bi rêya projeya Rêveberiya Xweser bikin. Ji berxwedana Serêkaniyê heta berxwedana Efrînê û ta vê kêliyê ev helwesta me dewam dike.

Bi saya wan em ewle û aram in

Li ser vî bingehî, em bang li tevahî gelên Sûriyê dikin ku bi yekrefî li dijî van gefên ku her zirarê didin herêmên me bisekinin. Li aliyekî dîtir jî bang li Emerîka ya ku serkêşiya Kaolîsyona Navdewletî ya li dijî terorê û Yekitiya Rûsya, NY’yê, Meclisa Ewlehiya Navdewletî, Camîya Erebî û tevahî rêxistinên mafê mirovan dikin ku berpirsiyariyê hilgirin û li ser bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib û tevahî herêmên Sûriyê bixebitin. Nexasim jî nabe ku xelqê Efrîna berxwedêr li derve bimînin û divê vegerin cih û warê xwe. Em bang li desthilata Şamê dikin ku bi awayekî cidî bi rayedarên MSD’ê re diyalogê deyne da ku ewlehî, aramî û vegera guncaw ji tevahî pêkhateyên Sûriyê re pêk bîne.

Di dawiyê de, em soz û biryara xwe nû dikin ku li rex Meclisa Girê Spî ya Leşkerî û QSD’ê li hember dijminatiyê, bisekinin. Ji ber ew keç, xort, xwişk û birayên me ne. Bi saya wan em di nava ewlehî û aramiyê de ne. Em bi wan serbilind in.”

GIRÊ SPÎ