
Ji Parîsê heta bi Berlînê ji Stockholmê heta bi Osloyê li gelek welatên Ewrûpayê ji bo referandûma 16´ê Nîsanê, hespê kampanyaya NA´yê dawiya hefteyê bi dengdanên komî û bi çalakiyên cihê reng şihiya.
Bi hilbijêrên Kurdistanê doh û pêr li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê bûn rêz, li Montpellier bûk û zava dengê xwe yê NA dan û li Berlînê jî Karwanê NA´yê li nava bajêr geriya. Bi her halî Kurdistaniyan û Tirkiyeyiyên demokrat helwêsta xwe ya li dijî faşîzma Tirk a Erdogan nîşandan.
Li paytexta Fransa Parîsê, bi hezaran hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî, ji bo dengê 'NA' bidin, li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Parîsê bûn rêz.
Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) ên li Parîs û derdora wê, her wiha komeleyên Elewiyan ên li heman herêmê, danê sibehê bi otobus û karwanên wesayîtan, hilbijêr gihandin konsolosxaneyê. Hilbijêr ji bo dengê xwe bidin, li vê derê ketin rêzê.
Li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê, Kurdistanî bi dehan wesayîtan bi rê ketin û piştî ku li nava bajêr geriyan, dengê xwe dan.
Ji bajarên Chalons en Champagne, Nevers, Le Havres ên Fransayê jî hilbijêr bi otobusan çûn Parîsê. Peyama hevpar a hilbijêran bi vî rengî ye: "Ji bo azadiya gelan, em ê rê nedin dîktatoriya Erdogan." Li Konsolosxaneya Tirk a li Parîsê, pêr bi qasî 6 hezar hilbijêrî dengê xwe dan. Hejmara hilbijêrên doh dengê xwe dayî jî çav li rê ye ji ya pêr zêdetir be.
Ji Marsîlyayê dengê 'NA' bilind dibe
Platforma NA´yê, li bajarê Marsîlyayê jî bi rengekî bênavber ji bo dengdanê xebatan dewam dike. Platform dawiya hefteyê çû serdana dikandaran û xelkê Kurdistanî.
Di dema serdanê de hat destnîşankirin ku ji bo dayina dengan divê welatî li benda roja dawî nemînin û hat gotin, "Ji bo hesabê hevrêyên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Lice, Şirnexê li jêrzemînan hatin şewitandin bê pirsîn, ji bo hesabê Dayika Taybet bê pirsîn, divê her kes dengê NA bide."
Platforma NA diyar kir ku bi qasî 1200 hilbijêran li Başûrê Fransayê dengê NA daye û bang li her kesî kir da ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Pêr jî, bûk û zava ji daweta xwe çûn konsolosxaneyê û dengê NA dan.
Li bajarê Fransa Montpellierê, Kurdistanî doh danê sibehê bi wesayît û otubûsan çûn Marsîlya û dengê xwe bi kar anîn. Hevserokê NCDK´ê Cevat Guneş bang li hemû kesên ku dengê xwe bi kar neanîne kir û got biçin dengê xwe bi kar bînin. Guneş wiha domand: "Ji bo ku pêşî li dîktatoriyê bê girtin, pêwîstî bi dengê te jî heye. Ji bo ku wahşeta li Kurdistanê bê sekinandin, teqeze dengê NA bidin."
Li rojavayê Fransayê jî dengdan dewam dike. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên danê sibehê hatin bajarê Nantesê, dengê xwe dan. Kurdistanî bi otobus û wesayîtan ji bajarên Saint Brieuc, Rennes û Lorientê hatin, bang li her kesî kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Kurdistaniyên hatin dengdanê, terora AKP'ê ya li Brukselê jî protesto kir.
Nûnerê HDP'ê yê Nantesê Mûhîttîn Kiliç rewşa dawî ya dengdanê nirxand û diyar kir ku heta niha 3100 hilbijêr hatine ser sindoqan, ku ev hejmar li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kêm e. Kiliç got, "Yên dengê xwe bidin, bila li benda roja dawî nemînin."
Endamê CHP'ê yê Komîsyona Hilbijartinê ya Nantesê Rayîf Topdemîr got, ew li bendê ne 18 hezar hilbijêr li herêma Nantesê dengê xwe bidin û li gorî texmîna wan wê di hefteya dawî de tevlîbûn zêde be. Topdemîr bang li hilbijêran kir, ku di nava hefteyê de dengê xwe bidin.
Karwanê NA´yê li Berlînê geriya
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Stavanger ê Norwêcê û bajarên li ser sînorê Swêdê, dengê xwe li paytexta welêt Osloyê didin. Di dema dengdanê de hin AKP'yiyan ji bo Erdogan dirûşme gotin û dema hewl dan provokasyonê bikin, polîsên Norwêcê û wezîfedarên konsolosxaneyê ew hişyar kirin. Hilbijêrên li Norwêcê wê di navbera 1-9'ê Nîsanê saet navbera 09:00-21:00´an li Konsolosxaneya Tirkiyeyê karibin dengê xwe bidkin.
Li paytexta eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê Hannoverê, dengdan dewam dike. Bi hezaran kesî doh û pêr dengê xwe da.
HDK-Berlînê, di çarçoveya kampanya 'NA' de li paytexta Elmanyayê Berlînê karwanek ji 25 wesayîtan amade kir û li nava bajêr geriya. Girseya gel piştre berê xwe da Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê û xelkê di karwanê de dengê xwe da.
Karwan li tax û kolanên girîng ên paytext Berlînê geriya. Xelkê jî bi çepik û nîşaneya serketinê piştgirî da hilbijêran.
Piştî dengdanê li ber sefaretxaneya Tirk, girseyê govenda 'NA'yê gerand û bi zimanên cuda dirûşmên "Em dibêjin NA", "Bimire dîktatoriya faşîst" got.
NAVENDA NÛÇEYAN