Ji bo merasîma vekirinê Alîkarê Şaredarê Welsê Gerhad Kroîss, endamê Meclîsa Şaredariyê Klaûs Hoflehner, Berpirsyara Ahengiyê ya Şaredariyê Claûdîa Glossl, endama Melcîsa Şaredariya Marchtrenkê û Berpirsyara Çandê Heîdî Straûss, Şefê Saziya Peydakirina Kar a Traûn Karl Steînînger û gelek kesên din hatin vexwendin.
Rêveberên NCDK’ê bi kincên gelêrî yên Kurdî mêvan pêşwazî kirin.
Waliyê Eyaletê mesaj şand
Waliyê Eyaleta Awûstûrya Jorîn Dr. Josef Puhrînger jî mesajek şand û diyar kir, ji ber rojeva zêde ew nikare tevlî merasîma vekirinê bibe, lê dixwaze di rojên pêş de beşdarî bernameyeke fitarê bibe.
Alîkarê Şaredarê Welsê yê ji FPO Gerhard Kroîss û Hevserokên NCDK a Welsê Dondu Çoban û Osman Bozkûrt qûrdeleya vekirinê birîn.
Qursên zimanê Elmanî li dar bixin
Hevseroka NCDK’ê Dondu Çoban piştre li ser armancên navenda xwe axivî. Çoban diyar kir, wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd di demeke nêz de qursên A1 û A2 ê zimanê Elmanî destpê bikin û bi saziyên civakî yên sivîl re jî wê peşbirkên cihêreng ên sporê bên lidarxisitn. Çoban da zanîn, ew ê hewl bidin ji pirsgirêkên civakî, çandî û siyasî yên li herêmê re bibin bersiv.
Şaredarî jî wê destê bide
Alîkarê Şaredarê Welsê Kroîss jî da xuyakirin, ku ew gelekî kêfxweş in ji ber ku li bajarê wan saziyeke bi vî rengî hatiye vekirin û diyar kir, ew ê destekê bidin xebatên vê saziyê. Kroîss ragihand, di destpêkê de weke şaredariyê ew ê ji bo qursa ziman a li navenê, alîkariyê bikin.
Bi hev re govend gerandin
Piştî axaftinan mamosteya govendê Dîlan Dersîm, lîstika Fadikê ya Dersîmê û çanda Kurd a herêmî da nasandin. Dûre Memo Navdar derket ser dikê û beşdaran li ber stranên wî govend gerandin.
ANF/WELS