DENÎZ BABÎR / STUTTGART
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Esslingenê kongreya xwe ya 7´ê li dar xist. Piştî rêzgirtinê, di kongreyê de dîwan hat hilbiajrtin. Piştre raporên çalakiyan û xebatê yên Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) hatin xwendin.
Ji endamên FCK´ê Cafer Selçuk di kongreyê de got, “Em ê çawa nirxên em di ber wan de têdikoşin, xurt bikin? Em ê çawa bersivê bidin pêdiviyên civakî yên miletê xwe? Divê van mijaran hemûyan em bi xurtî minaqeşe bikin.”
Paşê li ser navê înîsiyatîfa ciwanan Newroz Ateş peyivî û got, “Pêvajo pirr bi lez diçe, bi awayekî tebîî berpirsiyariya me mezin e. Li ber me serbestkirina Rêbertiyê weke wezîfe heye. Ji bo me, ev bivê nevê, divê bibe. Heta ku Rêbertiya me azad bibe, em ê li meydanan bin.”
Piştre bi dengdanê 8 jê jin 31 rêveberên NCDK a Esslingenê hatin hilbijartin.