Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM),  27’emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyeke girseyî pîroz kir. Şahî bi beşdariya sedan kesî li Navenda Pêşandanê ya Bostancî bi rê ve çû. Nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend jî di şevê de hazir bûn. Di pîrozbahiyê de ewil koma govendê ya NÇM’ê derket ser dikê. Piştî axaftinên bal kişandî ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê, sînevîzyona li ser 27 salên NÇM’ê hat nîşandan. Piştre Koma Dansê derket ser dikê û şahî bi stranên hunermendên NÇM’ê bi dawî bû.

 

 STENBOL