Leyla Guven ji Tanrikulu re got: Hevalên me yên parlementer ji bo ku balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê xwestin bimeşin, lê polîsan dor li wan girt. Dîmenên dopêçkirina polîsan, wêneyê şênber ê tecrîdê ye. Ji ber vê li dijî tecrîdê rabûn, di rastiyê de xwedî li demokrasiyê derketin e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 113’an de dewam dike. Doh endamên jin ên EHP´yî û parlamenterê CHP´ê Sezgîn Tanrikulu çûn serdana Guven. Li hewlêrê jî çalakiya Nasir Yagiz a li nûneriya HDP´ê, îro 100 rojên xwe temam kirin. Tevî ku rewşa wî gelekî giran e jî, ew dermanbûnê qebûl nake û bi israr e ku heta tecrîd bişike çalakiya xwe dewam bike.

Ji bilî Leyla û Nasir, koma yekem a li hepsan dest bi grêvê kir, di çalakiya xwe de kete roja 75´an, çalakiya li Strasbourgê û ya li Welatê Galiyan kete roja xwe ya 74´an. Doh jî li ser navê girtiyên azadiyê yên ji dozên PKK û PAJK´ê hatibû ragihandin ku ji 1´ê Adarê û pê ve hemû girtî wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger bikin.

Ez bi serketinê bawer im

Endamên jin ên ji Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û femînîstên Tirkiyeyî çûn serdana Guven. Guven di dema serdanê de axivî û got, çalakiyên ku ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re tên kirin, hêzê didin wê: “Heta ku pirsgirêka Kurd li vî welatî weke pirsgirêka bingehîn bimîne, em nikarin li ser pirsgirêkên din biaxivin.

Heta ku tecrîd bi dawî nebe em nikarin li ser pirsgirêkên din biaxivin. Lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Bi piştgiriya we, ev çalakî mezin bû. Em îro li vir in, lê belê sibe dibe ku hevalên din vê berxwedanê bidomînin. Ya girîng xeleka li dora vê çalakiyê û piştevanî ye. Ji ber vê yekê ez piştevaniyê gelekî girîng dibînim.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare hîn bêhtir bêdeng bimîne. Tiştekî ku em ji dest bidin nîne. Ya rast, ez zanim ku ev çalakiya min wê rê li ber nemirinê veke. Hûn piştgiriyê didin, ev çalakî ji mêj ve bi ser ketiye.”

Her kes tecrîdkirî ye

Guven bal kişand ser êrişa 15’ê Sibatê ya polîsan a li dijî wekîlên HDP’ê yên dixwestin bimeşin, û got, “Hêzên serdest ji berê ve li pêşberî şoreşgeran bêçare mane. Dibe ku Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî be, lê belê divê em bibînin ku her kes tecrîdkirî ye.”

Leyla Guven anî ziman, çalakî wê bi ser bikeve, gelên Tirkiyeyê wê di nava aştiyê de bijîn û got, “Faşîzm wekî din çawa dikare bê têkbirin? Vê çalakiyê asta tecrîdê ya li Tirkiyeyê raxist pêş çavan. Li zindanan di asteke bilind de mafên mirovan tên binpêkirin. Berxwedana li zindanan gelekî hêja ye. Hevalên me bi berxwedana xwe polîtîkayên qedexekar hemû têk birin. Ez bi serketina vê çalakiyê bawer im.”

Xwedîderketina li demokrasiyê ye

 Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê, Sezgîn Tanrikûlû jî pêr çû serdana Hevseroka KCD´ê Leyla Guven. Tanrikûlû di dema serdanê de ji Guven re got: “Em ji bo we û girtiyên di greva birçîbûnê de, bi fikar in. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de, zirar li kesekî nebe.”

Leyla Guven jî wiha li Sezgîn Tanrikûlû vegerand: “Daxwazeke min a qanûnî heye û heta ev daxwaza min pêk bê, ez ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikim. Lê berpirsiyariya li ser milên min pirr giran e. Li girtîgehan ji 300’î zêdetir girtî û gelek havalên min ên li derveyî welat di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan pirr krîtîk e. Tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê pêk tê anîn. Hevalên me yên parlementer ji bo ku balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê xwestin bimeşin, lê polîsan dor li wan girt. Dîmenên dopêçkirina polîsan, wêneyê şênber ê tecrîdê ye. Ji ber vê li dijî tecrîdê rabûn, di rastiyê de xwedî li demokrasiyê derketin e.”

Nasir Yagiz di roja 100´î de biryardar e

   

Endamê Nûneriya HDP´ê ya Hewlêrê, Nasir Yagiz ev 100 roj in ku li dijî tecrîdkirina Ocalan li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Pêr rewşa Yagiz giran bû, rakirin nexweşxaneya Par a li Hewlêrê.

Nasir Yagiz piştî demekê dibin çavdêriya bijîşkan de ma, dermankirin red kir û vegeriya Nûnertiya HDP’ê ya Hêwlêrê û berxwedana xwe didomîne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN