Di pêvejoya hilbijartinên 7ê Hezîranê de rewşeke taybet derketiye holê. Du enî li dijî hev têkoşînê dikin. Li aliyekî eniya faşîzan, otorîter û mêhtinger heye; li aliyê din, mirovên ku dilê wan ji bo demokrasî, sosyalîzm, aştî û azadiyê lêdide... 

Li tevahiya cîhanê, hilbijartin di navbera partiyên siyasî de çêdibe. Dewlet jî, bê alî ye. 

Lê, di pêvejoya hilbijartinên 7ê Hezîranê de rewşeke taybet heye; dewleta Tirkiyê, bi artêşê, polîs, dadgerî û tevahiya hiyerarşiya xwe ve li gel AKPê cih girtiye. 

Piştî bûyera li Giyadînê, hilbijartin ketine bin tohmetê, gel jî gumanan dike. Hêzên Artêşa Tirk Cezmî Bûdak, li darî çavên gel "înfaz” kir. Operasyonên ku bê rawestandin dewam dikin, pêla girtina binçavan û bi behaneyên "tewqîf” kirina ciwanên Kurd, siyastemedarên Kurd, lehengên civaka Kurd, teva didine xuya kirin ku, ne AKP, dewlet xwe li hemberî HDPê alî dibîne û dikevê hilbijartinan. AKP û Erdogan, AKPe û Dawudoglu mane di rêza duyemîn de. 

HDP û dewleta ku bi îdeolojiya Islama Tirk hatiye rêxistinî-kirin, dikevin hilbijartinan. Di bûyera Giyadînê de jî, ji polîtîkmedaran bêhtir, generalan daxuyanî da. Em çiqasî artêşê weke taşaronê AKPê nîşan bidin jî, wajî vê, AKP qamçiyê destê artêşê ye; maskeya rûdêna faşîst ya artêşê ye.  

Guman dikim ku em armanca li ber devê çeka xwe şaş bi nav dikin. Rejîma 12ê Îlonê, celladê yekemîn Kenan Ewren bû, meşrûkirina "înfaz û tunekirinan” "serokwezîrê sivîl” Turgut Ozal bû. 

Vêca, mirov dikare bibêje ku; Artêşa Tirk bûye taşaronê AKPê, polîs bûye şûrê destê AKPê, Dadgeh jî bûye keliha destê AKPê... Lê divê em ji bîr nekin; Entegrasyona Siûd, Pan-Turkîzma Bozkurt; Destûrnameya ant-î demokratîk ya cunteya 12ê Îlonê, Qanuna Têkoşîna (qaşo) li Dijî Terorê û herî dawî derxistina Pakêta Ewlekariya Hundir jî nebû sedema dijberîya Emerîka û Ewrûpayê… 

Haaa, piştî gotinên Papa Franciscus, Medya Ewrûpa, Emerîka, hinek ji dewletên Ewrûpa û serokê Parlamena Ewrûpa li dijî Erdogan û AKPê dengê xwe bilind kirin. Hemberî ku tev dibêjin "ji bo ku pêşiya komkujiyan werê girtin, divê em bi bûyerên dramatîk yên berê re rû bi rû werin”, li hemberî komkujiyên li Kurdistanê, li hemberî "înfazê”n faşîzan li bakurê Kurdistanê; li hemberî komkujiya li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê ku her roj çardarek derdikeve dengê xwe nakin.

Serok û nûnerên sazî û dezgehên sivîl û mafên mirovan, her roj bangan dikin; her roj dibêjin; "di pêvajoya çareseriya demokratîk de, di pêvejoya hilbijartinên 7´ê Hezîranê de, divê alî destê xwe ji bûyerên provakatîf bikişînin, divê alî, zimanê "etîk” bikar bînin.

Vêca, AKP ji pêvejoya çareseriyê ditirse. Gotinên Erdogan yên "pirsgirêka Kurd nîne" tenê di wateya dengan de, tenê di wateya demegojî de, nehatin bikaranîn. Tirsa Erdogan e û bi gotina serokê Çozum-Derê Ercan Ezgin; "li xwe kirina kefen e”. Bûyera Giyadînê jî, bi armanca gerîla mecburî şer bike, çareserî çênebe, berî hilbijartinê li welat kaos û tevlîhevî çêbibe provakasyon bû. 

Egeeeer, çardarên 15 eskeran ji Giyadînê hatiba, li çar aliyên Tirkiyê û Kurdistanê belav bûbane... Qîr û teşqeleyên bi waweyleya têr kaos wê derkevin. 

Lê gel destûr neda… Gelê ku di nava çil salî de "disîplîna akademîk” dîtiye, xwîna xwe rijand û rê neda provaqasyonê. Esker ji devê metrelyoza Helikoptara Kobra rizgar kirin. Naxwe, provaya duyemîn ya Çewligê û (1993) û kuştina 33 eskeran bû. 

Encama hilbijartinan AKP û dewlet kirine nava tirsê. AKP û dewlet ditirsin!... 

Vê tirsê, Tirkiye kiriye nava rekihek polayî; ewrên reş û tirsê di ezmanê Tirkiyê û Kurdistanê de tevdigerin. AKP bi navê dewletê, li dijî delalî û estetîkê ye; li dijî edebiyat û rastiyê ye; li dijî azadî û nasnameyan e; li dijî alfabe û perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye; li dijî ola îslamî ye û Islama Tirk û îslama DAIŞ´ê bi pêş dixe; li dijî pirtûkan e, li dijî mafê jiyanê ye… 

Serketina HDP di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, hêrifandina kelih û bircikên statuqo-parêziya netewe-dewleta bi îslama tirkî hatiye îşkdan e.