Zak Moradî kurdekî bi eslê xwe ji Rojhilat e. Lê ew li Başûrê Kurdistanê hatiye dinê, li devera ku dêûbavê wî 22 salan mane, beriya ku berê xwe bidin Îrlandayê. Ew niha di spora hurling (weke gomak a Kurdan) a bi kaşokan de yek ji sporvanên herî serketî yê li Îrlandayê ye. Ew ji bo Komeleya piştgiriya sporên galyayî (GAA) dibêje, “GAA ji bo min gelekî muhim e. Hevalên min hemû yên dibistana destpêkê, hemû bi xêra GAA’yê bûn. Ez yek ji wan bûm, gava dilîstin, ez li derve nedihiştim.” Zak Moradî yê 11 salî li bajarê Leitrim weke penaber tevî malbata xwe bi cih dibe, îro ji bo tîma hurlingê ya Leitrimê serketî dilîze.
LEITRIM