Ji îna bihurî ve hevserokên bajaran ên HDP'ê, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Navendî ya Birêveberiyê ya partiyê dicivin. Li aliyekî hilbijartinan dinirxînin, li aliyê din gavên ku wê di vê dema pêş de biavêjin dinirxînin. Ez behsa daxuyaniyên dayî nakim, lê çend çavdêriyên min hene ku hez dikim parve bikim.
Helbet lezûbez, sergêjiya heyî meseleyek e ku ez bi hêsanî têdigihijim; lê di nava wê keft û leftê de, çûnûhatinê de hin tiştên piçûk ên li ber çavên mirov dikevin hene. Avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê lê di heman demê ji bo xelkê hez bike li serdanê vekiriye. Min jî hin kesên hatin serdanê nas kirin. Ji birêveberên partiyê û daxuyaniyên wan bêhtir gotinên wan bala min kişandin. Yek ji kesên hatî serdanê di hilbijartinan de li taxeke Enqerê li ser sindoqan bû û gelekî xem dixwar ji ber ku ji sindoqa ew li ser bi tenê 2 deng derketibûn ji bo HDP'ê. Di 7'ê Hezîranê de ev hejmar 25 bû. Di nava gazin û niçeniçan de îşaret bi helwêstên birêveberên bajêr ên Enqerê dikir. Ji bo hin meqaman yên ku dev ji karê xwe berdayyî, y^n ku zêde xebat nekirî û yên bi karên pûç enerjiya teşkîlatê mêhtî.
Ez bîhnfereh im, ji xwe re guh didimê. Bi her halî dema ku ez ji kolana Navenda Giştî berjêr xwe berdidim û di ber nexweşxaneyeke taybet re derbas dibim, rast têm li hin kesan ku bi herhalê xwe diyar e Kurd in. Ji bo nexweşekî xwe hatine Enqerê û hîna min kesekî weke wan bi tedbîr li Enqerê nedîtibû. Bi minîbûsekê hatibûn. Pişta wê fereh bû, binê wê raxistî û paqij bû. Tûpekî xwe yê piçûk anîbûn, çaya xwe çêdikirin. Penîrê xwe yê bi sîrik, rîçala xwe ya malê li ber xwe datanîn û di îkramê de jî ti qisûr nedikirin. Hin kesên li wê kolanê dimînin, dema di ber wan re dibihurin, silavê li wan dikin û ew jî di îkramê de qisûrê nakin. Ya rastî ez jî li xwe kirim mêvan û min çaya wan û penîrê wan xwar, înşella helal bikin.
Ew ji gazinan hez nakin, "welatparêziya" xwe di cih de îfade dikin. Ew qet xef nakin ku ew pişt in ji HDP'ê re ji tevahiya Tevgera Rizgariya Kurd re. Baş e, gelo rengê wan xwe bi awayekî di Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP'ê de dide der. Piştî ku min xweş dêhn û bala xwe da endam û pêkhateyên MP ya HDP'ê, dûrbûna rengê wê ji milet xwe li ber çavên min şên kir. Ma rengê vî miletî di nav de bûya, wê li hember gelek senaryoyan weke wan ne bi tedbîrtir bûya gelo? Ma wê bêhtir haydar nebûya ji hal û ruhiyeta xelkê?
Ez vegerim li wî kesê min destpêkê behsa wî kirî. Ew bi xwe jî ji gazinên xwe westiya û piştî demekê bi tenê dehcarî kir û got, "ne bi rastî be, ti kar nameşe". Belkî herkes maneyekê lê bike, ez bi xwe maneya xwe li dikim, heke em ne bi rastî ya ku em dibêjin bikin, em ê ti karî bi ser nexin. Û heke me tiştek bi ser xist jî ew ê ne tişta me be, lewma ew ne ji rastiya me ye û ji xwe me ne bi rastî kiriye. Demokrasiya xwe disipêre gel erê, lê heke rengê gel di nava temsîla wî de nebe, mirov wê çawa behsa vê bike. Ev wêneyê ez bi we re parve dikim jî yên wan kesên bi tedbîr e. Mala we ava, xatirê çaya we û penîrê we li cem min heta hetayê ye. Xwedê şîfa xêrê bide nexweşê we.