Parlamenterên HDP’ê û welatiyan li Amedêji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirk (YSK) ya ku şaredariya hilbijartiyên bi biryara di hukmê qanûnê de (KHK) ji wezîfeytê dûrxistî betal kir, daxuyaniyek da. Polîsên dewleta Tirk êrişî parlamenteran û xelkê kir. Di êrişê de Parlamentera HDP´ê Remziye Tosun birîndar bû.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara YSK’ê ya ji bo KHK’iyan şermezar bike. Polîsan destûr neda daxuyaniya HDP’ê. Polîsên Tirk bi maşîneyên zirxî dor li parkê girt û êrişî parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û welatiyan kir. Maşîneyên êrişa bi ava bi şid (TOMA) jî av pijiqand ser jin, kal, pîr, zarok û parlamenteran. Di êrişê de parlamentera HDP’ê ya Amedê, Remziye Tosun birîndar bû. Tosun ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê. Lê xelkê serî li ber vê êrişa polîsên dewleta Tirk netewand. Ev jî yek ji wan dîmenan e ku zarokek eşkere nîşan dide ji polîsên Tirk û êrişa wan natirse.
AMED