Ocaxa tendurîstiyê ya li bajaroka Hêşetê ya 35 kîlometre ji navçeya Xîzanê ya Bedlîsê dûr a ku 4 sal berê ji aliyê şaredariyê ve înşata wê hate çêkirin bi hinceta "personel tunene" sal û nive girtiye. Bajaroka Hêşetê wekî hemû herêmê di sala 94'an de 80 gundên wê hatin şewitadin û valakirin bi salene ji xizmetê mexrum e. Herî dawî piştî personelên tendurîstiyê ji bajarokê hatin kêşandin talukeya tendurîstiyan welatiyan zêde bû. Piştî personelên tendurîstiyê ji bajarokê çûn amurên li ocaxa tendurîstiyê jî hemû di nav qirêjê de ne. Welatiyên li bajarêkê dijîn ji bo pirsgirêkeke herî biçûk diçûn navçeya Xizanê. Welatiyê diçin navçeyê ji ber riyên bajarokê bi salene nayên asfaltkirin ji qezeyan re deweteiy7an derdixe. Riyên bajarokê zivistanê ji ber berfê girtîne, biharê û payîzan jî ji ber baranê di nav heriyê de minin. Wesatiyên nexweşan dibin di bin rîskê de ne.
Şaredarê Hêşetê yê BDP'î Mehmet Înan têkildarî bajarokê de agahî dan û diyar kir ku ji bo xizmetên tenduîstiyê gelek caran bi Qeymeqamê Xîzanê Hayrettîn Baskin re hevdîtin kir. Înan, anî ziman ku qeymeqam bi hinceta li navçeyê kêmasiya personelên tendurîstiyê heye gazîkirin navçeyê û wiha got: "Em jî mexduriyeta xwe ji wan re got. Welatî ji bo deriziyekê 35 kîlometre rêyê re tên navçeyê û 50 TL. xerç dikin. Tu welakî vê yekê nadin berçavên xwe ji xwe gelek welatî pirsirêka aborî dijîn. Lê disa jî serlêdana me bê encam ma."
Midurê Nexweşxaneya Dewletê ya girêdayî Sertabîba Navendî ya Tendurîstiyê ya Navçeyê Yahya Şam têkildarî ocaxa tendurîstiyê de agahî dan û îdîayên "personel tunene" piştrast kirin û anî ziman ku xizmeta tendurîstiyê ya gunda bi pergala hekîmtiya malbatî û 11 yekîneyên mobîl pêktînin.
DÎHA/BEDLÎS