22’ê Tîrmehê li gor nûçeyek a Reutersê, hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ûbeydî diyar kiriye ku ew ê destûr nedin hêzên pêşmerge tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Ev jî bibû cihê nerazîbûnê yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê.
Wezareta Pêşmergeyan derbarê daxuyaniyên Xalid Ûbeydî de wiha ragihand: “Çeka pêşmerge ne ji bo kirê ye. Her wiha ji ber danûstandinên kêfî yên li gel hêzên pêşmergeyan, ev jî dibe sedema rawestandina hemû danûstandinên li gel hêzên Iraqê.”
Amadebûna Pêşmerge ne tiştekî nû ye
Di dewama daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan de wiha hat ragihandin; “Wezîrê Parastinê yê Iraqê di 22’ê Tîrmehê de der barê îmzekirina protokola navbera Wezarata Pêşmerge û Wezarata Parastinê ya DYA de daxuyaniyek da. Hêzên pêşmerge weke hêzek ji bo alîkariya aborî û di bin kontrola wan de tevlî şer bibe û li ser biryara wan jî paşda vekişîne, nîşan daye. Her wiha Wezîrê Parastinê ya Iraqê diyar kiriye ku divê hêzên pêşmerge ji navçeyên hatin azadkirin ên Nînewa vekişin. Ev jî cihê qebûlkirinê nîne û divê dema pêşde li ser nexşeya nû ya Nînawa Herêma Kurdistanê û Iraq lihev bikin. Bi vî şêweyî wê aramî ji bo herêmê çêbibe.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha jî hat gotin ku amadebûna hêzên pêşmerge ji bo şerê azadkirina Mûsilê ne tiştek nû ye û ji salekê zêdetire amadekariyên vê tên kirin lê hêzên hêzên Iraqê ne amade ne.
Xalid Ûbeyd xwe derewand
Hêjayî gotinê ye ku piştî nerazîbûna Wezareta Pêşmergeyan, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ûbeyd îro bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku ew nûçeya li ser Reutersê dibêje; “Min gotiye destûr nadim hêzên pêşmerge tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin, nerast in.”