Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer têkildarî êriş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û bombebarankirina Seyrangeha Kunemasî ya Şarbajêr axivî û got; "Ew erka saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê ye ku lêkolînê li ser bike. Eger ew êriş li ser sînor be wê hêzên parastina sînor bi hikûmeta Iraqê re kar li ser bike.” Cebar Yawer diyar kir ku erka wan nîne ku li ser bombebaranan tiştekî bikin û got; "Erka wezaretên parastinê û derve yên hikûmeta Iraqê ye. Ev mijar binpêkirine û erka Wezareta Parastinê û Wezareta Derve ya Iraqê ye kar li ser bike.” Cebar Yawer li ser pirsa ‘çima li ser van êrişan ti daxuyaniyê nadin’ wiha bersiv da; "Di vî warî de daxuyaniya fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Ne erka me ye, em li ser vê mijarê fikir beyan bikin. Belkî ew daxuyaniyên ku hikûmeta herêmê dide nêrîna wezaretan hemûyan e.”BERHEM LETÎF / ROJNEWS