Dema li parlemana Tirkiye pakêta qaşo ewlekarîya navxweyî dihat niqaş kirin AKP´ê dixwest bi darê zorê hemû xalên pakêtê  di parlemanê re derbas bike û hemû demarên dewletê jî, ji bo desthilatdarîya xwe kontrol bike.  Parlemanterekî HDPê, ev pakêt mîna "pakêta full cehenem" bi nav kir. Bi rastî jî pêvajo,  yan wê ber bi pêvajoyeke "full cehenem" ve biçe,  yan  jî wê ber bi pêvajoyeke aştîya rasteqîn ve biçe. 

Bêguman aştî ne li gorî zêhnîyeta AKP´ê ye. Ji ber ku li gorî AKPê, aştî  û demokrasî bi wateya "werin teslîm  bibin" e. Yan jî dema pêdivî pê his bike daxûyaniya nermî û xemilandî dide û civakê bixapînê. Lê AKP baş dizanî ku gelê Kurd ev qonax derbas kirîye. Bi lîstikên AKP´ê nema tê xepandin. 

Hevdîtina herî dawî, birêz Ocalan bi peyva "ez ne dixapînim û ne jî têm xepandin " bersiv da. Ew îşaretek bû ku AKP carêke din li pey lîstikan bû, û pêvajoyê wê ber bi pêvajoyeke tûnd ve bibe. 

Birêz Ocalan bi pêşkeşkirina pêşnûmeya pêvajoya aştî û çareserîya demokratîk ya ji 10 xalan,  rêya çareseriyê vekir û pêşî li behaneyên AKP girt.

Lê AKP mîna her carê wer bawer dikir ku bi alîkarîya DAIŞ´ê, li hemberî Rojava wê encamê bigire û bi vî rengî pêşî li kaosê vekir. Lê ne Kobanê û Rojava dikevin û ne jî dikare siyaseta xepandinê bidomîne. KCK hişyar kir, û gotinên wê yên meha bihurî pirr zelal bûn, yan çareserîyeke rast, yan jî pêvajoyeke ku her kes têde bişewite û AKP wê zirermendê yekemîn be. 

Birêz Ocalan berovajî sîyaseta AKP´ê, israra çareserîyê û pêdivîya gavên demokratîk xist rojevê û pêvajo ji  dûalîzima "Full cehenem", yan ji aştîyeke sexte rizgar kir. Dixwaze pêvajoyê  ber bi aştîyeke mayînde û rasteqîn ve bikişîne. Ji vir û şûnde ya ku bê kirin, mîna ku KCK´ê dest nîşan kiriye, ew e ku divê AKP gavên piratîk biavêjê. Ji bo vê jî ti behane di destê wê de nemaye. 

Lê balkêş e nêrînên hin bi nav rewşenbîr û sazîyên çapemeniya Tirk û Başurê Kurdistanê mîna ku gerîla ketibin  dorê û bi çekên xwe amadekariya teslîmbûnê bikin, yan mîna ku Gerîla û PKK bi tenê aîdî Bakurê Kurdistanê bin, dipeyivin.

Pirranî kesên ku van nêrînan  tînin ziman, pirr kêm lêkolînên wan li ser PKK´ê hene, ne ji nêz û ne ji dûr PKK´ê nas nakin. Yan jî berhemên ramanî yên birêz Ocalan nexwedine, yan jî bi kûrahî ji pêvajoya 3 salên dawî ne haydar in.

Dîsa em wan teva  deynin alîyekî, kûrahî û hêza "peyv" di danûstandinên aştiya navbera herdu alîyan de, li ber çavan nagirin. Ya rastî jî ew e ku ev derdor aştiyê li gorî berjwendîyên xwe nabînin. 

Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de mîna her carê peyvên pirr bi dîqet û bi agahî û zanebûn bikaranîn. Jixwe mîna her pêvajoyeke aştî û danustandinê li cîhanê,  hêza fîşek û çekan vê carê werdigerê hêza peyvê û pêkanînê. 

Di daxûyanêya HDP û AKP´ê de, dema Sirri S. Onder daxûyanî da, her kesî ku bi baldarî  guhdarî kiribe wê bibîne ku birêz Ocalan qet qala çekdanînê nekiriye. Rast e, em li herêmêkê ne ku çek hîn bi bandor e, lê gelê Kurd ew hêz nîşan da ku hem bi çekan û hem jî bi rêbazên siyasî û ramanî axaftina yekem û dawî bike.  Gelê Kurd bi berdêl û têkoşîna xwe ev derfet afirandîye û ne xêr û sedeqeya AKP´ê ye. Îro, êdî ne bi tenê înkarkirin, lê Kurd di hêrêmê û cîhanê de bûne hêzeke bi bandor. Êdî bêyî  Kurdan ti hêz nikarê li herêmê  siyasetê bike.

Bi bawerîya min yên parêznameyên Birêz Ocalan nexwedibin û lêkolîneke wan li ser tevgera azadî û modela çareseriya li gorî pergala konfedaralîzma demokratîk nekiribe, divê wî mafî  di xwe de nebînin ku rast û çep vê daxûyaniya AKP-HPD´ê şîrove bikin. Ji ber ku ev daxûyanî di navbera dewlet û muxatebên sereke bereya Kurd de ye. Ya herî giring jî ew e ku cara yekemîn e ku di dîroka Tirkiyeyê de ev dîmen tê dîtin. Lê gavên ku AKP biavêje şekil û şêwaza paşerojan û encamên pêvajoyê bi rengêkî nîşan bide.  Lê rengê sereke ya encamê wê li ser erdê Kurdistanê gelê Kurd bi xwe bide. Hêza xwedî biryar û modela çareserîyê wê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi xwe be. Bûyerên şeş mehên dawî, hem li Rojava, hem li Bakur û hem li Başûrê Kurdistanê, ev rastî  eşkere kirine.