“Ji bo tevgera me, pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ pêngaveke xwerexnekirinê ye. Eşkere hate destnîşankirin ku jiyan êdî bi tecrîdê nabe, tecrîdkirina Rêber Apo nayê qebûlkirin. “
SERHED DENÎZ TENDUREK / ANF/BEHDÎNAN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Mustafa Karasû bi taybetî li ser tecrîdê û bi giştî li ser rojeva Kurdistanê axivî. Karasû got, êdî ne tehemûla wan ne jî ya gel tecrîda li ser Ocalan nemaye û tecrîd tê wateya qirkirinê.
Mustafa Karasû got, qebûlkirina tecrîdê ne li hevrêyên Rêber Apo tê ne jî li gel tê û wiha peyivî:” Eger em hevrêyên Rêber Apo ne, wê demê nabe ku em tecrîdê qebûl bikin. Ji ber vê yekê em xwe rexne dikin çima me di demên derbasbûyî de têkoşîneke mezin li dijî tecrîdê nemeşandiye. Em ê ji aliyekî ve bi xwedîderketina li Rêberê xwe ji bo bidawîbûna tecrîdê têbikoşin, li aliyê din jî bi geşkirina têkoşîna civakî ya li dijî tecrîdê em ê têkoşîna gelê xwe û gerîla xurt bikin, têkoşîna ji bo bidawîbûna tecrîdê bi ser bixînin.
Êdî ne hevrêyên me yên li çiyê, ne hevrêyên me yên li zindanan, ne jî gelê me dikare xwe li tecrîdê ragire. Tecrîd tê wateya qirkirinê, tê wateya qebûlkirina sîstema qirkirinê. “
Têkoşîna bi yek rengî nabe
Her wiha Karasû rexne li fikra ku têkoşîna li dijî tecrîdê ji bo pêngavên din asteng didît, girt û derheqa vê yekê de wiha axivî: “Berê dema ku kampanya an jî têkoşîn û pêngav dihate destpêkirin, têgihiştineke şaş hebû ku digot, ‘eger em dest bi têkoşîneke din, pêngaveke din bikin em ê nikaribin bi ser bixînin’. Têkoşîn ji gelek aliyan ve dikare bê birêvebirin, her aliyekî têkoşînê dikare hev xurt bike. Kampanya hilbijartinê, têkoşîna hilbijartinê ya hêzên demokrasiyê û têkoşîna bidawîbûna tecrîdê ya hevrêyên me yên li zindanan û derve hev xurt kirine, kiriye ku her du têkoşîn encamê werbigire. Lewma divê têkoşîn bi rêbazeke ku hev xwedî dikin bê nirxandin. Bi yek rengî, bi yek rêbazê nabe. Şerê gerîla jî, têkoşîna civakî jî, berxwedana li zindanan jî bi yek rengî nabe. Her qad dikare têkoşîna xwe bi rê û rêbazekê bike. Dikare gelek pêngavan bi hev re bimeşîne.
Berxwedan rê li ber serketinê vedike
Li aliyê din ev yek jî hate dîtin; berxwedan rê li ber serketinê vedike, civakê dixe nava liv û tevgerê. Bi bangan têkoşîn nabe. Bi çalakî û têkoşînê pêşketin dibe. Her berxwedan û têkoşîn encaman diafirîne... Li şûna ku bê gotin, ‘li vê qadê çima têkoşîn nabe, çima bandorê nake’ divê her kes li qada lê ye têkoşînê geş bike û bandorê li qadên din bike. Bêyî gilî û gazinc bêne kirin, bêyî ku li benda kesekî din bimîne, divê her kes têkoşînê xurt bike, tevlî bibe û li her qadê xurt bike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd yekpare ye. Têkoşîna li her qadê têkoşîna li qada din bi pêş ve dibe. Yan jî eger em dixwazin têkoşîna li deverekê xurt bikin, beriya her tiştî divê em li qada lê ne têkoşînê xurt bikin.”
Êriş topyekûn in, divê berxwedan jî wisa be
Karasû destnîşan kir ku êrîşên ji Efrînê heta Xakurkê parçeyên rewşeke yekbûyî ye û got, “Li gorî berê karakterê êrîşan hatiye guhertin. Divê her kes vê fêhm bike. Ya yekemîn; dewleta Tirk di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Dinyayê de dîtiye ku hevsengiyên siyasî yên sedsala 20’an têk çûne û dixwaze Başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê kontrol bike ku di destpêka sedsala 20’an de nekarî vê bike. Armanceke êrîşan wiha ye. Bêguman ev armanc armanca qirkirina Kurdan e.”
Armanc tesfiyekirina PKK´ê ye
Karasû anî ziman, di şerê heyî de armanc ne ew e ku girekî di kontrola gerîla de ye werbigirin û gerîla asteng bikin; armanc ew e ku gav bi gav dagir bikin û rêveberiyeke di kontrola xwe de ava bikin, dema ku firsend dîtin jî bi xwe ve girê bidin.
Karasû bal kişand ser armanca qirkirin û dagirkeriyê û got, “Li dijî me komployeke navneteweyî tê kirin. Çawa ku di sala 1998‘an de dewleta Tirk û hêzên navneteweyî êrîşî Rêberê me û tevgera me kirin, niha jî dewleta Tirk bi hin hêzên ber bi xwe ve kişandiye dixwaze tevgera me tasfiye bike. Eger em nezanibin ku armanceke din a van êrîşan wiha ye, hingî em ê nikaribin bi rengekî rast têbikoşin. Bêguman hêzên navneteweyî ne weke dema komploya navneteweyî hevgirtî ne, ew parçebûyî ne. Di navbera komplogeran de nakokî hene. Derfetên têkoşînê yên li dijî van komplogeran û êrîşan zêde bûne. Ji ber vê yekê li dijî rêveberiya tevgera me êrîşên taybet tên kirin. Lewma rêveberiya tevgera me ya azadiyê kirine hedef. Şehadeta hevala Sara, şehadeta hevrê Zekî, êrîşa li dijî hevrê Helmet bi vê armancê ye. Berpirsyarê MÎT’ê yên sala 2017’an hatin girtin li xwe mikur hatin ku ‘yekîneya lîderiyê’ hatiye avakirin û armanca wê jî amadekirina pîlanên li dijî rêveberên PKK’ê ye.”
PKK li pêşiya wan asteng e
Karasû diyar kir, tê xwestin ku PDK-YNK jî tevlî êrîşên li Xakurkê û deverên din ên dagirkeriyê bên kirin û got, “Bêdengiya hin hêzan li nava PDK’ê, tevlîbûna hin derdoran li nava YNK’ê li nava van êrîşan, vê komployê nîşan dide. Ji ber vê yekê gelê Kurd û dost divê van êrîşan ji rêzê nebînin. Tê xwestin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bê tasfiyekirin û herêmên ku di dema Osmanî de lê serdest bûn careke din kontrol bikin. Astengiya li pêşiya vê armancê jî PKK ye, Tevgera Azadiyê ye.”