Her ku diçe nerazîbûnên li hemberî gotinên Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşad Salihî zêde dibe. Pêr Partiya Komunîst li navçeya Daquq ya girêdayî bajarê Kerkûkê bi daxuyaniyekê gotinên Salihî şermezar kir. Di daxuyaniyê de li ser navê Partiya Komunîst, endamê Komîteya Partiya Komunîst ê Daqûqê, Tayîp Xaffuf Cejnî ku axivî, diyar kir ku Erşad Salihî li cihê sipasiya gerîlayên PKK’ê bike, gotinên wiha bê wate dike.

 

‘Dema Salihî daxuyaniya dide, divê durist û rastgo be’ 

Tayîp Xaffur Cejnî di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Gotinên Erşad Salihî nerastin. Ger ku PKK û pêşmerge neba, wê me îro nekarîba li vir, Daqûqê bijîn. Ger PKK neba, wê namûs, mal û milkê me jî nemaba.” Cejnî diyar kir ku divê destpêkê mirov li têkoşîna PKK’ê li herêmê dijî çeteyên DAIŞ’ê dimeşîne binêre û wiha dewam kir; “Gerîlayên PKK’ê li eniya Daqûqê li rex pêşmergeyan di serî de Kurd, Ereb û Tirkmen, parastina hemû gelên li vir kiriye. Îro ger gerîlayên PKK’ê neban, Erşed Salihî jî baş dizane ka wê li kûderê û çewan ba. Bi kurtasî wê tevahî gelê Kerkûkê bi metirsiya DAIŞ’ê re rû bi rû biba. Ji ber vê yekê dema Salihî daxuyaniyê wiha dide, divê durust û rastgo be.”


 ‘Ne hedê kesî ye gotinan bêje PKK’ê’ 

Cejnî dewama axaftina xwe de got ku divê tevahî Kurd li hemberî gotinên wiha bibin yek û wiha pê de çû; “Ne tenê Kurd, divê gelên din jî li dijî hişmendiyeke wiha rabin ser piyan û rê nedin tiştên wiha. PKK’ê li vir şehîd dane. Ji ber vê yekê ne hedê kesî ye gotinan ji PKK’ê re bêje.”


 ‘Kakeyî bi tunebûnê re rû bi rû hatin’ 

Di dawiyê de endamê Komîteya Partiya Komunîst ê Daqûqê Tayîp Xaffur Cejnî wiha peyîvî; “Weke Kakayiyekî dibêjim, PKK’ê li rex pêşmergeyan Kakeyî parastin. Dîsan li hemberî metirsiya tunebûnê ya di tevahiya dîrokê de li ser Kakeyiyan berdewam kir, canê xwe kirin mertal û Kakeyî parastin. Em weke Kakeyî timî di aliyê bawerî û neteweyî de bi tunebûnê re rû bi rû bûn. Belê PKK’ê ev tirsa me rakir û li parastina me berdewam dike.” 

 

ROJNEWS / DAQÛQ