Dewleta Tirk a ku di meseleya dijminatiya Kurdan de sînorên heyî hemûyan binpê dike, di hepsan de jî li dijî û hepsiyan bi heman karî radibe. Girtiyên nexweşiya wan giran di hepsan de tê hiştin, li hepsan êşkence, miameleya xirab, tecrîd û cihêkarî di asta herî bilind de ye. Girtiyê nexweşiya wî giran Sabrî Kaya tevî ku ji ber celteyên dil 20 caran bi hewarê birin nexweşxaneyê jî ji bo derman bibe nayê berdan. ÎHD’ê ji bo berdana wî miracaetê Dadgeha Destûrê ya Dewleta Tirk kir. Girtiyê bi navê Mehmet Salih Filîz ê 23 salî jî bi kanserê û wêremê hevdem ketiye û nayê dermankirin. Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay ji wezareta dadê ya dewleta Tirk pirsî ka çima Filîz nayê dermankirin. Li aliyê din Komîsyona Hepsan a ÎHD’ê ya Edenê ragihand ku gardiyan li hepsan li dijî girtiyên siyasî cihêkariyê dikin, miameleya xirab dikin, bi qest tif dikin erdê; yanî heta bi vegirtina vîrusa koronayê û nexweşiyên din jî weke sîleh bi kar tînin. Yanî heps ji bo dewleta Tirk ne heps in, mekanên tolhildanê ne.
Sabrî Kaya bi nexweşiyê dikujin
Komleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo girtiyê nexweş Sabrî Kaya karibe bê dermankirin, miracaetî Dadgeha Destûrê ya Dewleta Tirk kir. Sabri Kaya li Hepsa Osmaniyê tê ragirtin. 6’ê Gulanê ji ber ku rewşa wî ne baş bû ew birin Nexweşxaneya Bajêr a Edenê. 25’ê Adarê di heman demê de hem celta dil lê xistibû û hem jî xwîn rijiyabû ser mejiyê wî; lê piştî demeke kurt gotin baş bûye û bêyî ku dermankirina wî bibin serî ew dîsa vegerandin hepsê.
Kaya di vê de mê de ji ber celtên dilî 20 caran bi hewarê birin nexweşxaneya Osmaniyê. ÎHD’ê li ser vê ji Dadgeriya Înfazê ya Osmaniyê xwest înfazkirina cezayê Kaya bê paşve xistin da ku karibe bê dermankirin; lê ji ber ku ti encam bi dest neket, berdevkê Komîsyona Hepsê ya ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor li ser vê miracaetê Dadgeha Destûrê ya Tirk kir da ku biryareke tevdîrê bide ji bo dermankirina Sabrî Kaya.
Mehmet Salih Filîz derman nakin
Parlamentera HDP’ê ya Izmîrê, Serpîl Kemalbay, bi pêşniyaz pirsekê ji wezîrê dadê yê Tirk pirsî ka çima girtiyê nexweş Mehmet Salih Filîz nayê dermankirin. Mehmet Salih Filîz ê 23 salî bi kansêra kolonê ketiye, wêremî ye û pê re heliyana hestû jî peyda bûye. Ew li hepsa Izmîr Odemişê ya tîpa T ragirtiye. Serpîl Kemalbay bi bîra wezîr xist ku li gorî rapora par a ÎHD’ê 458’ê wan giran bi temamî hezar û 334 girtiyên nexweş li hepsan hene û li hepsan 39 jê girtiyên mehkûm nebûyî bi temamî 73 kes par li hepsê ji ber nexweşiyan mirine.
Ji bo rewşa Mehmet Salih Filîz jî wê got, eşkere wî li hepsê dikujin. Wê nexasim jî bi pirsa “Mehmet Salih Filîz ê bi kanserê, wêremê û gelek nexweşiyên din ketiye, çima negirtî nayê dadgehkirin? Kîjan qanûn nahêle ev bibe?” nîşan da ku dewlet bi qesd girtiyên nexweş derman nake û mafê wan ê sihetê binpê dike.
Berdevkê Komîsyona hepsan a Navendî ya ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, jî encamên serdana heyeta xwe ya Hepsa Osmaniyê ya Hejmar 2 eşkere kirin. Wî got, li dijî şewba Coronayê tevdîr nayên girtin, yanî ne lepik û ne maske hene, gardiyan bi botan dikevin hucre û qawîşan û bi qest tif dikin erdê.
NAVENDA NÛÇEYAN