Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku li herêmên dagirkirî yên ku dewleta Tirk jê re ‘herêma ewle’ dibêje, bi rengekî komî mirov tên kuştin û talan tê kirin. HRW’ê destnîşan kir ku ew herêm ji bo sivîlan metirsîdar in.
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxwaza lêpirsîna binpêkirinên li dijî mafên mirovan ku qaşo ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ (Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê) ya bi piştevaniya dewleta Tirk weke sûcên şer kir lêpirsînê.
HRW’ê bi 10 kesan re, ji wan jî 2 bijîşk û 3 kesên nêzî qurbaniyan hevdîtin pêk anîn.
HRW’ê kuştina meydanî ya çalakvana siyasî ya Kurd Hevrîn Xelef jî belge kir. Her wiha der barê 3 karkerên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd de ku li herêmên di bin kontrola Artêşa Wetenî ya Sûriyê de winda bûne, lêkolîn kirin. HRW’ê hevpeyvîn bi 3 xizm û hevalên qurbaniyan re çêkirin ku wan nasnameyên qurbanî û rewşên kuştina wan, piştrast kirin.
HRW’ê di navbera 6 û 11’ê Mijdarê, 5 sivîlên Kurd dît û diyar kir ku hêzên çekdar mal û milkên wan dagir dikin û nahêlin ew û malbatên wan vegerin.
Rêxistinê bang li dewleta Tirk kir ku desteka xwe ya leşkerî ji çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê re rawestîne.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN