Şîrketa Anonîm ya Kuzey Kaya Elektrîk Tesîslerî dixwaze HES'ê li ser çemê Sarê çêke. HES 300 metre dûrî gundê Sarê tê çêkirin û îstîmlaqkirina gund hat rojevê. Welatiyê bi navê Nurettîn Akgoz anî ziman ku naxwazin gundê xwe vala bikin û wiha got: "HES'a ku li vir tê çêkirin feyda wê ji me re nîne. Em naxwazin li vir HES bên çêkirin. Ev îşekî çawa ye? Ez ê çawa gundê ku zaroktî û ciwantiya xwe derbas kir, vala bikim. Em nahêlin li vir HES bê çêkirin."
'Dijminê xweza û dîrokê ne'
Welatiyê bi navê Sudî Karagoz jî da zanîn ku israra dewletê ya çêkirina HES'an fêm nake û wiha got: "Çima dewlet bi taybet, li Kurdistanê cihên xweşik û cihên ku turîst werin bigerin tune dike? Yên ku HES'an çêdikin, dijminê xweza û dîrokê ne. Van Heskif di bin avê de hiştin. Pergaleke me û xwezayeke me xweşik heye. Em desturê nadin kesek vê pergala me xirab bike. Me tu caran li hember zilma dewletê serî netewand. Ev gel li vir HES'an naxwaze."
'Xwezaya me talan dikin'
Encumenê Bajar yê Avkevirê yê BDP'î Reşît Aslan anî ziman ku ji aliyê Walîtiya Agiriyê bi destê Îdareya Taybet ya Bajar dixwazin HES çêbikin, sê caran ev mijar anîne rojevê lê bi dengê encumenên BDP'î ev hatiye redkirin. Aslan wiha got: "Dixwazin xwezaya Kurdistanê tune bikin. Ji aliyê Îdareya Taybet ya Bajar çêkirina HES'ê hat pêşniyarkirin, lê wekî BDP me red kir. Encumenên AKP'î piştgirî didin projeyê. Çima dewlet di çêkirina HES û bendavan de evqas israr dike? Gelo li şûna van HES'an xebatê alternatîf nîn in? Eger berjewendiyên gel bifikirin, divê ji welatiyan re derfetên kar biafirînin."
'Ne HES, bila xizmet bikin'
Encumena BDP'î Fîgen Aslan destnîşan kir ku desturê nadin HES bê çêkirin û armanca wan ew e ku ekolojiyê xirab bikin û wiha got: "Jixwe ev talankerên xwezayê ne. Dê bi çêkirina HES'an welatiyan koçber bikin. Dê xweşikiya xwezayê ji holê rakin. Li van çiya zindî namînin. Dê minminikeke me jî nemîne. Teqez em vê yekê qebûl nakin. Li şûna ku HES'an çêdikin, bila ji gel re xizmet bikin."
DIHA/AGIRÎ