Endama heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê  parlamentera Elman Tabea Rossner ku ji bo şopandina hilbijartinên 24’ê Hezîranê çû Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê got, “Me dît ku ji gelek aliyan ve ne hilbijartineke adilane e.”

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê ji bo şopandina hilbijartinên Serokkomarî/Parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê, heyetek ji 33 kesî şandibû Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Heyeta MPKE a ji 33 kesî ku Olena Sotnyk a ji Ûkraynayê seroka wê bû, rastî gelek astengiyan hatibû.

Gelek karên neyînî rû dan

Yek ji endamên heyetê, parlamentera Elman a ji Partiya Keskan Tabea Rossner e, ku ji malpera “T-online” re qala çavdêriyên xwe kir. Rossner bi bîr xist, mafê wan e ku kengî bixwaze li navenda dengdanê hilbijartinê bişopînin, lê belê tevî vî mafî jî destûr ji wan re nehatiye dayin. Rossner wiha qala çavdêriyên xwe kir:”Kampanya hilbijartinê ji xwe di nava şert û mercên wekhev û adilane de nehate kirin. Tenê Erdogan karîbû propaganda hilbijartinê bike, yên din nebûn xwedî heman derfetan. Çalakî û xwepêşandanên hilbijartinê yên mûxalefetê hatin qedexekirin. Em nikarin bêjin ku hilbijartin bi rengekî adil û durust hatiye kirin. Em dikarin bêjin ku gelek karên neyînî rû dan. Me xwest bi heyeta hilbijartinê ya OSCE re karekî hevpar bikin û Erzîrom bû para min.

Şîdet li ser gelê Kurd heye

Me xwest, pirsên ku berê amade kiribûn li cihekî dengdanê bipirsin. Lê belê ji me re gotin ku ‘em nikarin bikevin navenda dengdanê’. Heyeteke din jî ji xwe li gel polîsan kete hundir. Me nikarîbûn xwe bigihînin cihê dixwazin. Ji ber ku li başûrê rojhilat ê Tirkiyeyê şîdet li ser gelê Kurd heye û Konseya Ewrûpayê ji me re got ku ew nikare jiyana me ewle bike.”

330 çavdêrên navneteweyî hebûn

Parlamentera Elman bi bîr xist ku ji bo 180 hezar sindoqên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin danîn tenê 330 çavdêrên navneteweyî hebûn û got, “Ji ber ku hejmara me gelekî kêm bû, dihate zanîn ku kengî em ê li kû bin.Me nekarî bi rengekî spontane çavdêriyê bikin. Dema ku dîtin em vê dengdana ne adilane û ne durust hesiyane, em ji navenda hilbijartinê derxistin. Me dît ku hilbijatineke gelekî bi guman bû. Zerfên dengdanê jî li gorî pîvanan nehatibûn mohrkirin. Me tespît kir ku ferdên malbatê bi komî ketine cihê dengdanê û polîsên diviyabû ne li wir bûna, li wir bûn. Ji ber ku dema hilbijêr çav li polîs diket, di dengdanê de xwe vedigirt.”

 

BERLÎN