Partiya Tirk AKP li Bakurê Kurdistanê her carê beriya hilbijartinê ji bo ku dengan bistîne komir, meqerna û tiştên erzan belav dike. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê dest bi belavkirina komirê kir. Lê kesî ranehişte komirê û li komir li kuçeyan ma.
Şêniyên Wanê li dijî belavkirina komirê helwest nîşan da û got, “Armanca ku vê germa havînê komirê belav dikin diyar e. Ên ku dibêjin ew ê bi tiştên wiha me bixapînin, xwe dixapînin. Me ji mêj ve ye biryara xwe daye.”
WAN